​​​​​​​Rîhan Loqo: Siyasetên dewleta Îranê dê bi yekitiya jinan têk biçin

Tevî siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Îranê li dijî jinan dimeşîne jî çirûska serhildana jinan venemiriye. Berdevka Kongra Star destnîşan kir ku bi yekitî û hevgirtina jinan dê van siyasetan têk biçin.

​​​​​​​Rîhan Loqo: Siyasetên dewleta Îranê dê bi yekitiya jinan têk biçin
22 nîsan, 2023   04:47
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAÎL

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya 16ʹê Îlona 2022ʹyan piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê "Polîsên Exlaqê" ve, dest pê kir, berdewam dike. Serhildan bi pêşengiya jinan ji bajarê Seqizê dest pê kir û li seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê belav bû. Dirûşma serhildanê "Jin, Jiyan, Azadî" li tevahî cîhanê ji bo jinan bûye felsefeyek.

Tevî  zext û siyasetên qirkirina ku dewleta Îranê li dijî serhildêran dimeşîne, dîsa jî serhildana gel a bi pêşengiya jinan bi xurtî didome û roj bi roj agirê wê gurtir dibe.

Dewleta Îranê ji bo ku dawî li serhildanê bîne rê û rêbazên cuda bi kar tîne. Di vê çaçroveyê de tundiyê li dijî xwepêşanderan bi kar tîne, rojnamevan, hiqûqnas û çalakvanên jin digire û cezayê darvekirinê li wan dibire. Her wiha xwendekarên keç jehrî dike û bi kamerayan ‘hîcaba mecbûrî’ kontrol dike.

'HER KU ASTA SERHILDANÊ BILINDTIR DIBE ÊRIŞÊN LI DIJÎ JINAN JÎ ZÊDETIR DIBIN"

/kr/uploads/files/2023/04/21/193853_-.webp

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Îranê li dijî serhildêran bi taybtî jinan dimeşîne ji ANHAʹyê re nirxandin.

Rîhan Loqo diyar kir ku ji dehsalan ve jinên Rojhilata Navîn bi taybetî û  yên li cîhanê bi giştî ji bo bidestxistina azadiyê tê dikoşin. Rîhan Loqo anî ziman ku bi taybetî jinên Kurd bûn sembola berxwedan û têkoşîna ji bo mîsogerkirina jiyaneke birûmet.

Rîhan Loqo destnîşan kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê jinan li dijî siyasetên paşguhkirin, dagirkerî, kuştin û newekheviyê têkoşîneke dîrokî raber kirin.

Rîhan bal kişand ser serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û da zanîn ku ruxmî siyasetên qirkirinê serhildan bê navber dewam dike û roj bi roj xurtir dibe.

Rîhan wiha domand: "Her ku asta serhildanê bilind dibe, êrişên li dijî jinan jî zêdetir dibin. Ev jî nîşan dide ku rejîm dixwaze jinan paşguh bike û dûr bixe. Serhildan bi pêşengiya jinan dewam dike, lê bersiva rejîma Îranê ya li hemberî vê serhildanê tund bû ku li hemberî jinan hemû cûreyên şerê taybet dimeşîne û ji bo reşkirina wêneya jinan kar dike."

Rîhan zextên dewleta Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezar kir û destnîşan kir ku belavbûna silogana "Jin, Jiyan, Azadî" nîşan dide ku serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jinan bi ser ketiye.

' JINAN HELWESTA XWE DI SERHILDANÊ DE ÎSBAT KIR'

Der barê tundiya ku dewleta Îranê li dijî jinan bi kar tîne de berdevka Kongra Star got: "Rejîma Îranê ji serhildan bi pêşengiya jinan ditirse, lew ra hemû cûreyên tundiyê li dijî wan dimeşîne û hîcabê ferz dike."

Rîhan Loqo bal kişand ser ferzkirina hîcabê jî û wiha domand: "Mafê dewletê nîne ku hîcabê ferz bike, ji ber ku her yek di hilbijaritna rêbazên jiyana xwe de azad e. Hedefgiritna xwendekaran û jehrîkirina wan asta lawazbûna rejîma Îranê û tirsa wê ya ji berxwedana gel nîşan dide."

'SERHILDANA BI PÊŞENGIYA JINAN TEQEZ DÊ BI SER KEVE'

Rîhan Loqo di dewema axaftina xwe şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî jin me karîbû pêşengiya şoreşê bikin, rastiya siyasetên çewisandinê yên ku rejîma Tirk dimeşîne ji cîhanê re eşkere bikin. Me îsbat kir ku rejîma Tirk qatilê jinan û jinên pêşeng ên xwedî fikrên azad e."

Rîhan anî ziman ku li seranserî Kurdistanê û Rojhilata Navîn heman siyaset li dijî jinan tê meşandin û wiha pê de çû: "Ev siyasetên wê bi hevgirtina û yekitiya jinan têk biçin. Em ê vê yekê bi fikrê xwe yê azad û têkoşîna xwe ji cîhanê re îsbat bikin.ʹʹ

Rîhan Loqo destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê tevahî jinên siyasetmedar, mamoste, dîplomatîk û activist dadikevin qadan û pêşengtiya serhildanê dikin, heta niha jî bi sedan û hezaran jin di berdêla serhildan û azadiyê de hatin girtin.

Di dawiya axaftina xwe de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo got: "Bi navê şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em silavên xwe ji serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re dişînin. Serhildana bi pêşengiya jinan dê teqez bi ser keve. Her wiha wek ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn sembola şoreşê, dê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bibin sembol. Em serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Rojhilatê Kurdistanê silav dikin û em di wê baweriyê de ne ku bi yekitî û hevgirtinê dê jiyana birûmet mîsoger bibe."

 (mh)

ANHA