​​​​​​​Banga destekdayîna beyannameya Rêveberiya Xweser li eşîran hat kirin

Cîgirê Sekerterê Giştî yê Partiya Muhafizkaran bang li eşîrên Ereb û Kurdan kir ku piştgiriyê bidin beyannameya Rêveberiya Xweser û got ku divê hikumeta Şamê jî erênî nêz bibe.

​​​​​​​Banga destekdayîna beyannameya Rêveberiya Xweser li eşîran hat kirin
21 nîsan, 2023   23:41
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gihîştina çareseriyek aştiyane û demokratîk li Sûriyeyê, beyannameya 9 xalî eşkere kir.

Beyanname li hundir û derveyî Sûriyeyê erênî hat nirxandin. Têkildarî mijarê, Cîgirê Sekerterê Giştî yê Partiya Muhafizkaran Ekrem Mehşûş ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku beyannanmeya Rêveberiya Xweser yekane çareseriya fîlî ya aloziya Sûriyeyê ye.

Mehşûş diyar kir ku gelek alî hene û di serî de dewleta Tirk a dagirker û welatên Kendavê ku dibêjin ew ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dixebitin lê belê li ser erdê tu gavan navêjin û got: “Dijminên duh çawa dikarin bibin dostên îro û aloziyê çareser bikin. Çareserî tenê bi diyaloga sûriyeyî pêkan e.”

Mehşûş, beyannameya Rêveberiya Xweser a 9 xalî weke çareseriya siyasî ya bidawîkirina aloziyê bi rêya diyaloga sûriyeyî pênase kir.

DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ ERÊNÎ NÊZ BIBE

Mehşûş bal kişand ku divê hikumeta Şamê bi awayekî cidî û erênî nêzîkî beyannameya Rêveberiya Xweser bibe, da ku sînorekî ji projeyên dewletên ku parçekirina Sûriyeyê armanc dikin re deyne û aramiyê li welat serwer bike.

Mehşûş bang li hemû eşîrên Ereb û Kurdan ên herêmê kir ku piştgiriyê bidin beyannameya Rêveberiyê ji bo bi ser bixin û destnîşan kir ku Sûriye ya tevahî sûriyeyiyan e û çareserî diyaloga sûriyeyî ye.

(c)

ANHA