ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2023
21 nîsan, 2023   23:00

-22ʹyê Nîsanê Roja Rojnameya Kurdî ye. Li hemberî hewldanên qirkirinê û şerê ragihandinê ku dewletên mêtîngerên Kurdistanê dimeşînin, mîsyona rojnamegeriya kurdî çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên saziyên sivîl ên gundewarê rojava yê Dêrazorê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker banga NY'yê ya eşkerekirina rewşa li Îmraliyê bêbersiv hiştiye û got: ʹʹEv jî nîşan dide ku di hundirê Îmraliyê de sûcên dermirovî tên kirin.ʹʹ(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgirê Sekerterê Giştî yê Partiya Muhafizkaran bang li eşîrên Ereb û Kurdan kir ku piştgiriyê bidin beyannameya Rêveberiya Xweser û got ku divê hikumeta Şamê jî erênî nêz bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xebatên avakirina sînemaya şoreşgerî û gihandina sînemavanan berhemên xwe didin. Heta niha bi dehan sînemavan hatine gihandin û nêzî 10 fîlm, rêzefîlm û belgefîlm hatine çêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Tevî siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Îranê li dijî jinan dimeşîne jî çirûska serhildana jinan venemiriye. Berdevka Kongra Star destnîşan kir ku bi yekitî û hevgirtina jinan dê van siyasetan têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

-Tevî astengiyên di dozên gelek dewletan de pêvajoya nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îranê jî didomin, gelo çawa nêzîkbûn ê bandorê li van dozan bike? (BI WÊNE).

DOSYA

- Ji sala serxwebûnê ya 1956ʹan û heta niha ve li Sûdanê ya ku bi serwetên xwe yên madî û manewî dewlemend e, ewlehî û aştî serwer nebûye. Dibe ku şerê ku beriya hefteyekê di navbera Ebdulfetah El Burhan û Mihemed Hemdan Deqlo (Hemîdît) de destpê kir encamên rêvebirina şaş a welat e. Ji bo xwendina sedemên vê şerî divê em xwezaya vî welatê û rêbazên desthilatên wê şîrove bikin. (BI WÊNE).

ANHA