Şêniyên Kobanê destek da Partiya Çepên Kesk

Şêniyên Kobanê bang li xelkê Bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Şêniyên Kobanê destek da Partiya Çepên Kesk
21 nîsan, 2023   07:20
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku di hilbijartinên 14ʹê Gulanê de xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin û bi lîstokên AKP’ê nexapin.

Welatiyê bi navê Şukrî Eldomer got: “Divê Kurdên li Bakurê Kurdistanê ji xewê şiyar bibin. Ev zeman rehmê li gelên razayî nake. Pergalên destpot mîna guran in û tu carî rehmê nakin, lê her tim li tiştekî digerin da ku gelan daqurtînin. Îsal sala şikandina hêza berpirsên Tirk e, bi taybet ên AKPʹyî yên ku li ser desthilatê ne."

Eldomer got: "Berpirsên Tirk her carê sozên sexte didin Kurdan û dema ku digihêjin armancên xwe Kurdan qir dikin. Divê Kurdên Bakurê Kurdistanê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk da ku serkeftinê mîsoger bikin û pozê AKPʹê bişikê."

Welatiya bi navê Cîhan Bozan jî got: "Dem hatiye ku Kurdên Bakurê Kurdistanê xwedî li soza xwe û zarokên xwe yên şehîd derkevin. Berpirsên Tirk li ser hesabê dengê Kurdan digihêjin ser desthilatê, piştre jî komkujiyan li dijî Kurdan dikin.”

Cîhan Bozan bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila îsal bibe sala bidawîbûna faşîstên êrişî sivîlên ku daxwaza mafên xwe dikin. Bila îsal bibe sala bidawîbûna tariya li ser gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê."

(bb)

ANHA