Berdevka YRJ`ê: Divê jinên rojnamevan xwedî nêrînek hevpar bin

Berdevka YRJ'ê bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî bang li hemû jinên rojnamevanên kir ku ji bo pêşxistina rola ragihandina jinan di rojevkirina mijarên girêdayî jinan de xwedî nêrînek hevpar bin.

Berdevka YRJ`ê: Divê jinên rojnamevan xwedî nêrînek hevpar bin
21 nîsan, 2023   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina jinê ku di bin serweriya zihniyeta baviksalar û şerê taybet ê pergalên zordest bû, di salên 1980`î de gavek mezin avêt.

22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Bi vê minasebetê berdevka Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) Arîn Swêd ev roj li hemû rojnamevanên şehîd ên ku ji bo şopandina rastiyê xwe feda kirine û li hemû xebatkarên çapemeniyê û yên li eniyên şer pîroz kir.

Arîn Swêd destnîşan kir ku ragihandina jinê xwedî dîrokeke dirêj e, ku di salên 1980'î de bi tevgera azadiyê ya jin bi pêşengtiya şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Gurbetelli Ersoz, Swêd Firat û Nûjiyan Arhanan dest pê kir.

Li gorî Arîn,“Bi rêya tevgera azadiyê ya jin di ragihandin jinê de pêşketinek mezin pêk hat”. Arîn diyar kir ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê (2012) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin bi awayekî balkêş tev li qada çapemeniyê bûn û di nava saziyên ragihandinê yên herêmê de mîna kovara Sewt El Heyat ya wê demê, ajansên nûçeyan “JINNEWS û JIN TV” de xwe bi rêxistin kirin.

Arîn diyar kir ku piştî tevlêbûna balkêş a jinan, pêdivî hebû ku jinên rojnamevan di bin sîwanekê de bên komkirin, da ku zimanê ragihandinê di mijarên girêdayî jinan de nîqaş bikin.

DAMEZIRANDINA YRJ'Ê

Xebatên rojnamevanên jin di 2014'an de bi lidarxistina konferansa yekemîn (konferansa damezirêner) tacîdar bûn. Piştre di 2016'an de konferansa duyemîn hat lidarxistin û konferansa sêyemîn di 28'ê Hezîrana 2020'an de hat lidarxistin.

Piştî konferansa sêyemîn, Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) bi fermî hat damezirandin û meclisa wê ya ji 31 endam û nûnerên jin ên dezgehên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Meclisa YRJ`ê wekî desteya bilind a weşangeriya jin tê hesibandin. Her wiha 5 endamên meclisê wek endamên desteya rêveber hatin hilbijartin û berdevka meclisê hat diyarkirin.

Der barê armancên damezirandina YRJ`ê de, Arîn Swêd got: "Hêzên desthildar ji bo ku hegemoniya xwe li ser civakan ferz bikin, gelek rê û rêbazên şerê taybet didin meşandin, li dijî civakan komkujî û qirkirinan pêk tînin. Ji ber wê jî di nava dezgehên çapemeniyê yên giştî û bi taybet ên jinan de bêdengiyek mezin hebû. Ji bo ku ev bêdengî were şikandin, ragihandina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rolek mezin lîst. Hewl da ku bibe qêrîna jinan û bikare pirsgirêkên jinan di nava civakê de nîqaş bike û zimanê ragihandinê di destgirtina dozên jinan de diyar bike.”

Arîn bal kişand ser bikaranîna jinan ji aliyê hêzên desthilatdar ve bi rêya îslama siyasî û xistina jinan beşekî ji destildariyê û got: “Hêzên desthilatdar bi van herdu rêbazan şerê jinan kir. YRJ`ê ev mijar hemû nîqaş kirin. Hat destnîşankirin ku eger zihniyeta ku xwe di nivîs û zimanê ragihandinê de neyê guhertin, zêdekirina hejmara jinan di sazî û dezgehan de têrê nake. Xîtaba jinan a li ser ekranan û nivîsên di ajansan de yên ku dişibin mêran, ji bo hiştina jinan di bin siya mêr de ne.”

Arîn, hin plansaziyên YRJ`ê wiha destnîşankirin: “Xwegihandina hemû jinên rojnamevan I hemû dewletan, bi taybet li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, nîqaşkirina pirsgirêkên wan, êrişên li dijî jinan, berpirsiyarên ku dikevin ser milê YRJ`ê ji bo danasîna şoreşa jinan û xeteriyên li dijî serhildanên jinan.”

Arîn Swêd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevkariya hemû rojnamevanên jin ên li seranserî Rojhilata Navîn û got: “Ji bo pêşxistina rola ragihandina jinê di destgirtina dozên jinan de divê xwedî nêrînek hevpar bin. Dikarin der barê konfedralîzma jinan li Rojhilata Navîn û rola ragihandinê di pêkanîna wê de jî nîqaş bikin.”

ANHA