​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-4-2023
20 nîsan, 2023   23:00

Salih Muslim diyar kirk u ji bo jiyankirina deklerasyona çareseriyê ya Rêveberiya Xweser tişta ji destê wan bê ew ê bikin û got: “PYD ji sala 2011`an ve rêya 3`yemîn esas digire, tu cara li pêşiya diyalogê nebûye asteng û hemû hewildanên me ji bo çareseriyê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Polîtburoya Partiya Netewî ya Civakî ya Sûriyeyê Tariq El Ehmed destnîşan kir ku ew tevlî nirxandina sedemên aloziya Suriyeyê û rêya diyalogê ya beyannameya Rêveberiya Xweser dibin, lê her hêzeke ku çareseriyê dixwaze divê diyalogê li ser bingehên rasteqîn pêş bixe, hemû hêz û partiyên siyasî bêyî dûrxistina tu aliyan beşdar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevka Yektiiya Ragihandina Jinan di Roja Rojnamegeriya Kurdî de bang li hemû rojnamevanên jin kir ku ji bo pêşxistina rola ragihandina jinan û balkişandina ser dozên jinan û têkbirina hişmendiya baviksalariyê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Daxuyaniya serokkomarê Fransayê Macron ku gotibû divê Ewropa ji DYA û Çînê siyaseteke serbixwe bimeşîne û dev ji girêdana xwe ya bi DYA’yê berde, bû cihê nîqaşan. Gelo ev daxuyanî dê di têkiliyên Fransa û Amerîkayê de bibe sedema aloziyê?

Şêniyên Kobanê bang li xelkê Bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di cejnê de, koçberên ku ji warên xwe yên dagirkirî dûr ketine, bêriya cih û warên xwe dikin û mîna her sal bi hêvî ne ku vegerin warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şibîb destnîşan kir ku ne pêkan e, pişta xwe bidin duristbûna niyatên Tirkiyeyê ku dev ji tima û planên xwe yên firehkirinê û mêtingeriyê berde. Her wiha diyar kir ku ev nêzîkbûn, nikare rê li ber normalîzekirina navxweyî bigire û got: “Diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de dê Sûriyeyê geş bike.”

Siyastmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku tecrîd li pêşiya xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn dibe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanên şehîdan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA