​​​​​​​Daxuyaniyên Macron di navbera Fransa û DYA’yê de dê bibin sedema nakokiyan?

Daxuyaniya serokkomarê Fransayê Macron ku gotibû divê Ewropa ji DYA û Çînê siyaseteke serbixwe bimeşîne û dev ji girêdana xwe ya bi DYA’yê berde, bû cihê nîqaşan. Gelo ev daxuyanî dê di têkiliyên Fransa û Amerîkayê de bibe sedema aloziyê?

​​​​​​​Daxuyaniyên Macron di navbera Fransa û DYA’yê de dê bibin sedema nakokiyan?
21 nîsan, 2023   03:30
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALE

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji dewletên Ewropayê xwest ku siyaseteke serbixwe ya dûrî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê bimeşîne. Ev daxuyanî bû rojev û cihê nîqaşan.

Ruxmî ku Macron û serokên dewletên din ên Yekitiya Ewropayê (YE) îşaret bi hewcedariya Ewropayê bi stratejiyeke xweser kiribû, lê gelek kesan ew tawanbar kir ku gotinên xwe ya di hevpeyvîna li gel ‘Les Echos’ de ne baş hilnebijartin. Ji ber ku di axaftina xwe de rola xurt a DYAʹyê wek mezintirîn piştevanê Ukraynayê ye, îfade nekir.

Bi şerê li Ukraynayê re, YE ji bo xurtkirina ewlehiyê bi awayekî mezin pişta xwe dide DYA’yê. Senatorê Komarparêz Marco Rubio û endamên din ên Partiya Komarparêz jî bal kişand ser vê mijarê.

/kr/uploads/files/2023/04/20/201445_-.webp

Akademîsyen û lêkolîner Nesîr El Omerî li ser mijarê ji ANHAʹyê re axivî. El Omerî got: "Meyla nû ya Ewropayê ku stratejiyeke taybet dûrî Amerîkayê bimeşîne, ne meyleke nû ye. Ji ber ku di gelek qonaxan de têkiliyên Fransa û Amerîkayê carê baş bûn û carê ne baş bûn.”

El Omerî got Fransa hewl dide vê kaxezê îstîsmar bike û wiha pê de çû: "Gelo dê bikare îstîsmarkirina vê kaxezê bidomîne? Di hin qonaxan de me dît ku Fransa bi paş ket. Lê Amerîkayê di hin deman de helwesta xwe hişk dikir. Di vê mijarê de êrişa sêalî (Îsraîl, Brîtanya û Fransa) ku li Misirê çêbûbû, hat bîra min. Ji ber ku ew hişyariyekr tund bû ku Fransa neçar kir ku paşde vekişe. Di esas de tê gotin ku ji destpêka êrişa sêalî ve DYA serdestiya cîhanê dike."

El Omerî destnîşan kir ku DYA dê li Rojhilata Navîn wek hêza serdest û bi bandor bimîne û yên ku berê xwe didin Çînê, teşwîqkirina çewisandina kêmneteweyan û pirsgirêkên mafên mirovan dikin.

Macron îşaret pê kiribû ku helwesta Fransa û ewropiyan ya der barê Taywanê de yek e û gotibû “Siyaseta me sabit e û nehatiye guhertin.”

Serokê berê yê DYAʹyê Donald Trump rexne li Macron kir û got: “Macron dost e, lê serî ji Cînê re ditewîne."

Serokatiya Fransayê jî daxuyaniyên Trump rexne kirin. Qesra Elysee daxuyaniyên Trump wek cihê şermê wesif kirin. Gelo ev yek dê bibe sedema nakokiyan di têkiliyên her du aliyan de?

(bb)

ANHA