​​​​​​​Kongra star bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand

Kongra Star Cejna Remezanê li pêkhateyên civaka Sûriye û mislimanan pîroz kir û hêvî kir ku cejn, bibe boneya pêkanîna aştiyê û ewlehiyê li herêmên Sûriyeyê.

​​​​​​​Kongra star bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand
20 nîsan, 2023   14:58
NAVENDA NUÇEYAN

Meclisa Kongra Star der barê Cejna Remezanê de daxuyaniyek da û cejn li pêkhateyên civaka Sûriye, malbatên şehîdan û şervanên li eniyên şer pîroz kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Cejn û boneyên olî, çandeke exlaqî ye ku di nava xwe de gelek nirx û wateyên mirovî yên civakên bi edalet û wekheviyê bawer in, dihewîne. Êdî ev bone bûne, wesîleyek ji bo pêkanîna jiyaneke azad û ewle û çareserkirina pirsgirêk û aloziyan bi rêbazên aştiyane. Ji bo ku aştî û ewlehî li herêmê pêk were.”

Di dawiya dauxyaniyê de, Cejna Remezanê li tevahî pêkhateyan hate pîrozkirin û soza berdewamkirin û mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî, peydakirina vegereke ewle ji bo koçberan û penaberan hate dayîn.

(şx)

ANHA