Meclisa Fiqhî ya Sûriyeyê: Sibe Cejna Remezanê ye

Meclisa Zanistî ya Fiqhî ya Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê ragihand ku sibe înê yekemîn roja Cejna Remezanê ye.

Meclisa Fiqhî ya Sûriyeyê: Sibe Cejna Remezanê ye
20 nîsan, 2023   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA`yê bi bîr xist ku meclis ji bo diyarkirina roja yekemîn a Cejna Remezanê îro li Mizgefta El Osman a Şamê civiya.

Her wiha Erebistana Siûdî, Iraq, Filistîn, Îmarat, Urdun, Lubnan ragihandin ku sibe roja yekemîn a Cejna Remezanê ye.

(şx)