​​​​​​​HPGʹê îdiayên dewleta Tirk derewandin

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 18 û 19'ê Nîsanê de qadên berxwedanê 86 caran hatine bombekirin. HPGʹê îdiayên medyaya Tirk ên têkildarî şehîdbûna 6 gerîlayan jî derewandin.

​​​​​​​HPGʹê îdiayên dewleta Tirk derewandin
20 nîsan, 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGʹê de hate gotin: "Artêşa Tirk a dagirker 18'ê Nîsanê êrişeke hewayî ya berfireh li Garê kir. Gelek qadên Garê û gundên li derdorê 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Wezareta şerê taybet îdia kir ku di van êrîşan de 6 windahiyên me hene. Lê belê di van êrişên hewayî de tu windahiyên me nîn in. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin derewên şerê taybet ên rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst.”

HPG'ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir: “18'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

18'ê Nîsanê qada Girê Biharê, zeviyên gundên Kanîsarkê, Yekmalê, Gûzê, Şiyê, Zêvkê, Sêdarê yên Garê, quntara Sîserê, qadên Girê Egîd û Deşta Kafya 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18 û 19'ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 4 caran bi helîkopterên êrişê, 57 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”