Li çiyayên Kurdistanê Gêrîla berxwedana rûmetê dinexişînin

Dayîkên Gerîla yên bajarê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayên Kurdistanê şermezar kirin û gotin: “Gêrîla rûmeta mene, felsefeyek nû  ji bo jiyaneke bi rûmet pejirand heya dawî soza têkoşînê em ê bi wan re misoger bikin.”

Li çiyayên Kurdistanê Gêrîla berxwedana rûmetê dinexişînin
19 nîsan, 2023   23:33
QAMIŞLO -HÊLÎN EYLUL

Dewleta  Tirk a dagirker ji 14`ê Nîsana 2022`yan heta niha 13 hezar û 955 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî, balafir û helîkopterên şer, tank, topan êrişî Herêmên Parastina Medya kirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çiyayên azad de qehremaniyeke bê hempa didin meşandin û serkeftinên dîrokî bi dest dixin.  Dayîkên Gerîla li bajarê  Qamişlo li ser berxwedana Gerîla û êrîşên Dewleta  Tirk a dagirker ji ANHA ye re axivîn.

/kr/uploads/files/2023/04/19/201335_menice-hayder-1.webp

Menîce Hayder derbarê berxwedana Gêrîlayên azadiyê de nêrîna xwe wiha anî ziman, Berxwedana ku îro li Çiyayên Kurdistanê tê meşandin, berxwedana rûmetê ye. Ger mirov dest ji rûmeta xwe berde wê nirxên ku bi salaye ji bo wê em têkoşîn dikin biçe. Serkeftinên ku îro zarokên me bidest dixin cihê şehnaziyê ye ji bo me em bi wan serbilindin. Dijminên me pilaneke demdirêj li ser Kurdistanê hûnandiye ji bo wê dê her hewildanên wan hebin vê yekê bighînin serî. Her çiqas îro em di nav şoreşekê de jiyan dikin, lê em moralên xwe ji zarokên xwe yên Gêrîla digrin.  Em nikarin bêjin wê bi rojek û du rojan têkoşîna me bi dawî bibe ji ber dijminên me di wê hişmendiya xwe ya dagirker û serweriyê de bi israr in û pêwîste em jî weke dayik û welatparêzên vê şoreşê rê nedin xaka me çiyayên me, hebûn, nasname û rûmeta me dagir bikin.

Menîce bal kişand li ser girêdana rihê têkoşîna Gêrîlayan bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re û wiha pêde çû: “Dema mirov dibin aşiqê doza welatê xwe, wê nehêlê destên qirêj pazaran li ser vîna civaka wan bide meşandin. Rêber Apo jî bi felsefeya xwe ya azad ev eşq xiste dilê her kurdekî de. Her wiha felsefeyek nû  ji bo jiyaneke bi rûmet pejirand. Îro Gêrîlayên azadiyê bi rihê fikirê azad yê Rêber Apo Kurdistanê diparêzin. Ger zarokên me ne li van çiyayan bane wê dijminên me reht rehet derbasî xaka me bûbane û ji kokê de rakiribane. Felsefeya azad hêviya me Gelê Kurd bû û jiyaneke nû ji bo vejîna îrade û hebûna kurdan bû. Dema em dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” vedbêjin divê em bi rastî jî têkoşîn bikin û berxwebidin heya em di welatê xwe de azad bijîn.”

/kr/uploads/files/2023/04/19/201320_cihan-gulo-2.webp

Cîhan Gulo yek ji dayikên Gêrîlayên azadiyê ye ku bi salane li çiyayên Kurdistanê li dijî dijminan şer dikin, li dijî êrîşên dewleta tirk bertekên xwe nîşanda û wiha pêde çû: “Sedema esasî ya ku dihêlê dewleta tirk êrîşî ax û welatê me bike ew e ku tu carî kurdan li hemberî wan ser ne tewandine û teslîm nebûne. Ez weke dayika du Gêrîlayan bi zarokên xwe serbilindim, îro zarokên min ji bo ax û welatê xwe şer dikin, mirovên ku ji bo axa xwe şer nekin ne hêjane jiyan bikin. Em weke Gelê Kurd hêjane di welatekî azad de bijîn ji ber em tu carî ji doza xwe venagerin, doza me jî em Kurdistaneke azad bijîn. heya dawiyê em bi ked, rih û têkoşîna xwe bi zarokên xwe rene. Bila zarokên me berxwe bidin û welatê me azad bikin, heya dawiyê em ê dildarên doza wanî pîroz bin.”

/kr/uploads/files/2023/04/19/201303_leyla-1.webp

Leyla Keleş  jî berxwedana Gêrîlayên Kurdistranê silav kir û ev tişt wiha anî ziman: ”Gêrîla bi salane ji bo axa me û azadiya me berxwedaniyê dike, em jî weke dayîkên Gêrîla piştevaniyê didin wan . soza me heya dawiyê têkoşîn e, bijî berxwedana Gêrîla.”

ANHA