​​​​​​​Di şahiya Çarşema Sor a Helebê de bangewaziyên hevgirtinê

Êzidiyan li Helebê cejna Çarşema Sor (Sersala êzidî) pîroz kir û banga hevgirtina pêkhateyan kirin da ku serkeftin pêk were û herêmên dagirkirî rizgar bibin.

19 nîsan, 2023   14:30
HELEB

Di şahiyê de ku Yekitiya Mala Êzidî bi dirûşma “Êzdiyatî ; nasname, çand, dîrok, berxwedan e Çarşema Sor li we pîroz be” li gundê Pino yê bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ketiye, meclis, partî û saziyên sivîl ên taxê beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Yekitiya Mala Êzidî ya Helebê Henan Silêman axivî û got Çarşema Sor, cejna xweza û nûbûna jiyanê ye.

Piştre şêxê êzidî Riyad Omer Şêx û koma Kulîlkên Pêşerojê û Ciwnanên Êzidî ayînên olî gotin.

Dûre şêwirmendê muftiyê berê yê Sûriyeyê yê xiristiyan endezyar Basil Qis Nesir di şahiyê de axivî û got: “Serokê komîteyên îftayê yên Sûriyeyê, we slav dike û vê cejnê li we pîroz dike.”

PÊKHATEYÊN HEVGIRTÎ

Piştî wê, endamê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Elî El Hesen Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir û got: “Dema ku hemû pêkhate, cejna Qiyametê, Çarşema Sor û Cejna Remezanê pîroz dikin, ev asta hevgirtin û dilrihmiya pêkhateyan bi hev re nîşan dide da ku bibin yek.”

Di dawiyê de şêx El Hesen hêvî kir ku kurdên êzidî sala bê cejna xwe li Efrînê pîroz bikin piştî ku ji dagirkeriyê were rizgarkirin. Her wiha banga mezinkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma Ahora û koma Ciwanên Êzidî berhemên xwe pêşandan û beşdaran xelekên govendê li ber gerandin.

(dm/şx)

ANHA