​​​​​​​Li Amûdê pîrozbahiya Çarşema Sor

Bi beşdariya bi sedan êzidî û pêkhateyên Suryan û Ereb li herêma Cizîrê pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor dest pê kir.

​​​​​​​Li Amûdê pîrozbahiya Çarşema Sor
​​​​​​​Li Amûdê pîrozbahiya Çarşema Sor
​​​​​​​Li Amûdê pîrozbahiya Çarşema Sor
19 nîsan, 2023   09:24
QAMIŞLO

Bi boneya cejna Çarşema Sor Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li gundê Dugirê yê Amûdê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de bi sedan êzidî, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, endamên saziyên sivîl, tevger, rêxistinên jinan, şandeyên ji pêkhateyên Ereb û Suryan, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb hazir bûn.

Di şahiyê de dê qewlên Çarşema Sor bên xwendin û hevserokên Mala Êzidiyan Silêman Hemo û Leyla Mehno, her wiha hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso biaxivin.

Dê di şahiyê de Koma Şehîd Êzda stranên pêşkêş bike, komên Laleş û Şehîd Êzda dîlanan bigerînin û Koma Dibistana Şanoyê şanoya bi navê "Mem û Zîn" û koma Bavê Teyar jî şanoyekê pêşkêş bike.

(fr)

ANHA