YBŞ'ê Çarşema Sor pîroz kir

YBŞ'ê cejna Çarşema Sor pîroz kir û bang li civaka êzidî kir ku tifaqa xwe xurt bike.

YBŞ'ê Çarşema Sor pîroz kir
19 nîsan, 2023   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Di peyamê de hate ragihandin ku ew her sal vê cejnê wek destpêka jiyaneke nû pêşwazî dikin.

YBŞ'ê işaret bi êrişên li ser civakê, plan û lîstikên qirêjî kir û destnîşan kir ku armanc ji van êriş û planan tunekirina bawerî, ol û pîroziyên êzidiyan e.

Di peyamê de hate gotin: "Dixwazin bi vê yekê di şexsê civaka me de hemû nirxên mirovahiyê tune bikin e. Lê belê tevî hemû van êriş û planên qirêj civaka me ji baweriya xwe ne hatiye qutkirin berovajî vê bi mezintir temsîliyeta mirovahiyê kiriye."

YBŞ'ê ragihand ku ji bo cejn bi kêfxweşiyeke bilind bê pîrozkirin, berdêlên giran hatine dayîn û got: "Bi vîna ku piştî fermanê hate afirandin, 9 sal e civaka me bi têkoşîneke bêhempa vê rojê pîroz dike."

Di peyamê de ev bang li civakê hate kirin: "Li dora hev bibin xelek û destkeftî, bawerî, nirx û ola xwe biparêzin."

Di dawiya peyama YBŞ'ê de cangoriyên Êzîdxanê hatin bîranîn û cejn li malbatên şehîdan, gel û hemû şervanan hate pîrozkirin.

Daxuyaniya YBŞ'ê bi vê peyamê bi dawî bû: "Wek YBŞ û YJŞ em careke din wê sozê didin ku bi yekitî û tifaqa gelê xwe, em ê her cejnê veguherînin têkoşîna azadiyê û afirandina jiyaneke azad."