​​​​​​​ʹDewleta Tirk di nava 8 salan de nêzî 150 sivîl li Başûr qetil kirinʹ

CPTʹyê ragihand ku ji Gulanê ya 2015’an ve heya niha nêzî 150 welatiyên sivîl di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûne û 260 kes jî birîndar bûne.

​​​​​​​ʹDewleta Tirk di nava 8 salan de nêzî 150 sivîl li Başûr qetil kirinʹ
15 nîsan, 2023   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li çiyayê Şirîn li gundê Erdêl ya ser bi bajaroka Şêladizê ve cenazeyê du welatiyên bi navê Arif Omerî (50) û Ehmed Hesen (35) hatin dîtin. Herdu welat beriya 11 rojan ji bo komkirina pincarên baharê berê xwe dabûn çiya.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ragihand ku herdu welatî di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne.

Li gorî amareke CPTʹyê, ji Gulanê ya 2015’an ve heya niha nêzî 150 welatiyên sivîl di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûne û 260 kes jî birîndar bûne.

CPTʹyê êrişên delweta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.