Artêşa Tirk zêdetirî 200 moşek avêtin Şêrawayê

Artêşa Tirk a dagirker herêma di navbera gundên Bênê û Aqîbê yên Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Artêşa Tirk zêdetirî 200 moşek avêtin Şêrawayê
15 nîsan, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker ji saet 02:47′an piştî nîvê şeva duh û heta saetên vê sibehê ve herêma di navbera gundên Bênê û Aqîbê bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî agahiyên heyî, dagirkerî û çeteyan bi zêdetirî 200 guleyên hawinan herêma navborî topbaran kir.

(fr)

ANHA