Li Tebqayê çandina 50 hezar darî dewam dike

Ji bo dewamkirina hemleya çandina 50 hezar darî, Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Tebqayê 160 darên zeytûnê li cihekî hawîrdorê yê li rojavayê bajêr çandin.

Li Tebqayê çandina 50 hezar darî dewam dike
15 nîsan, 2023   11:09
TEBQA

Li cihekî nêzî goristana şehîdan a li rojavayê Tebqayê darên zeytûnê hatin çandin. Di wê hemleyê de gelek malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Li wî cihî 160 darên curbecur ên zeytûnan li rûbera 3 doniman hatin çandin.

Dê li bakurê Tebqayê jî 600 darên din di dema pêş de werin çandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Tebqayê di nîvê Adarê de hemleya çandina 50 hezar darên zeytûnê dabû destpêkirin û dê heta dawiya sale dewam bike.

(fr)

ANHA