​​​​​​​Hêzên Piştgiriya Lezgîn Qesra Komarê û balafirgeha Xertûmê kontrol kirin

Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Sûdanê Qesra Komarê, cihê rûniştina fermandarê artêşê Ebdulfetah El Burhan û balafirgeha Xertûmê kontrol kir.

​​​​​​​Hêzên Piştgiriya Lezgîn Qesra Komarê û balafirgeha Xertûmê kontrol kirin
15 nîsan, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP′ê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Qesra Komarê cihê rûniştina fermandarê artêşê Ebdulfetah El Burhan û balafirgeha Xertûmê kontrol kirin.

Ev hêz bi serkêşiya general Mihemed Hemdan Deqlo ne. Her wiha diyar kirin ku balafirgehên Merwî û Ebyed û gelek nuqteyên din jî kontrol kirine.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn got di destpêkê de artêşa Sûdanê êrişî nuqteyeke wan a li Xertûmê kir û li gelek herêmên paytexta Sûdanê dengê teqîn û çekan dihat.

(fr)