Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da

Hevjîna şehîd Baran banga bilindkirina têkoşînê kir û soz da ku ew û her sê zarokên xwe li ser rêça şehîd bimeşin û got "Bila dijmin bizane ku Baran namire û ez ê zarokên xwe li ser nirx û têkoşîna wî perwerde bikim."

Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da
15 nîsan, 2023   12:10
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo û gundewarên wê cenazeyê şehîdê YPG′ê Mihemed Sarî (Baran Nisêbîn) oxir kir. Di encama bombebarankirina erebeyekê li ser rêya Hîzam a Qamişloyê li nêzî deriyê Nisêbînê yê sînor de, ji hêla balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve, Baran Nisêbîn di 14′ê Nisanê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de malbata şehîd, hevrêyên wî, girseya gel, endamên meclisên kantona Qamişlo, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û ewlehî beşdar bûn.

Şêniyan cenazeyê şehîd Baran ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsêxan Gulo sersaxî da malbata şehîd Baran û rola wî di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pîroz kir û wiha got: "Şehîd Baran mînaka berxwedan, têkoşîn bû û ruhê welatparêziyê ji herêmên Rojava re anî û parastina şêniyan kir."

Şemsê wiha domand: "Şehîd Baran di tevahî şer û hemleyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de beşdar bû. Şehîd baran hevalê kurê min yê şehîd Mihyedîn bû. Me bawer kir ku dê serkeftin para wan be û dê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zendên keç û xortên wan bi ser bikeve."

Şemsê di dawiyê de got dê ala şehîdan bilind be û dê ruxmî êrişên dijmin xewnên wan pêk bên.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî bal kişand ser rola şehîd Baran di hemleyên leşkerî û têkbirina çeteyên DAIŞ′ê de û got: "Di dîroka Kurdistanê de gelek lehengan di oxira rizgarkirina welat de canê xwe da û îro jî Baran tev li karwana şehîdan bû."

Sofî wiha domand: "Şehîd Baran banga welatiyên Rojava bersivand û ji Bakurê Kurdistanê hat û şerê çeteyên Cebhet El Nusra heta çeteyên DAIŞ′ê kir."

Di merasîmê de li dengê şehîd Baran û stranên wî yên şoreşgerî hate guhdarkirin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Revîn Şêxmûs wesîqeya şehîd baran xwend û radestî hevjîna wî Yusra Yûsif kir.

Yusra got dê hedefgirtina şehîd Baran li pêş berxwedan û têkoşîna wan nebe bend.

Yusra wiha domand: "Bila dijmin baş bizane, hedefgirtina Baran bû sedema bingehîn a tevlêbûna bi sedan welatiyan li refên têkoşînê. Ez ê her sê zarokên xwe li ser nirx û têkoşîna şehîd Baran perwerde bikim. Wê xwîna şehîd badilhewa neçe, namire û dê her zindî be."

Dê sibe li pêş mala şehîd a li taxa Xerbî ya Qamişloyê li nêzî dibistana Salih Ebdî saet 10:00′an merasîma sersaxiyê were lidarxistin.

(fr)

ANHA