​​​​​​​Çeteyan li Mabatayê erdek desteser kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dor li erdekî li gundê Rûta yê navçeya Mabeta ya Efrînê girt.

​​​​​​​Çeteyan li Mabatayê erdek desteser kir
15 nîsan, 2023   08:17
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin, çeteyên “Semerqend” ên artêşa Tirk a dagirker, erdekî li gundê Rûta yê Mabetayê dorpêç kir ji bo ku li şûnwaran bigerin.

Gundê Rûta herêmeke dîrokî ye û beriya dagirkirina Efrînê birîna daran û kolandin li wir qedexe bû.

(fr/c)

ANHA