​​​​​​​Di rojnameyên erebî de dosyaya vegera Şamê li civata erebî

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, bal kişand ser dosyaya vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî û rojevên Sûdan û Lîbyayê.

​​​​​​​Di rojnameyên erebî de dosyaya vegera Şamê li civata erebî
15 nîsan, 2023   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹPIŞTÎ 12 SALAN JI TECRÎDKIRINÊ, SÛRIYE NÊZÎ VEGERA LI CIVATA EREBAN DIBEʹ

Dosyaya vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî yek ji rojevên rojnameyên erebî ye.

Li ser vê mijarê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Piştî 12 salan ji tecrîdkirina dîplomatîk û şerê domdar, Sûriye nêzîk dibe ku bi rêya Erebistana Siûdî vegere Komkara Erebî. Bi mijara ku Şam careke din li Komkara Erebî vegere, Erebistana Siûdî roja înê civîneke herêmî li dar xist. Dîplomatekî got Erebistana Siûdî serkêşiya tevahî hewldanan dike, lê di bin sîwana Meclisa Tevkariya Kendavê de.

Di Mijdara 2012ʹan de Komkara Erebî (Ji 22 endaman 18 endaman) beşdarbûna Sûriyeyê ya nava civînên xwe sekinand. Sedema vê yekê ew bû ku Şamê dayîna sînorekê ji tundiya ku li dijî xwepêşandanên gel ên ku di Adara 2011ʹan de pêk tîne, red kir.

Di wê rojê de dewletên rojavayî û Tirkiyeyê piştgirî da vê gavê. Lê Rûsya, Îran, Iraq û Lubnanê derxistina Sûriyeyê ji komkarê red kir. Her wiha Komkara Erebî cezayên li ser Sûriyeyê birîn, dan û standinên bazirganiyê li gel Sûriyeyê qut kirin û seferên hewayî yên çûn û hatina ji Sûriyeyê sekindin. Dîsa jî hin dewletên Ereban, di serî de Erebistana Siûdî balyozxaneya xwe ya li Sûriyeyê girt û balyozên xwe ji Sûriyeyê vekişandin.

Di demên dawîn de nîşaneyên nêzîkbûna di navbera Şam û hin paytextan de derketin. Ebû Dabî têkiliyên xwe yên bi Şamê re vegerandin. Riyadê jî dan û standin bi Şamê re kirin da ku careke din xebatên balyozxaneyên her du welatan dewam bikin.

Erdheja 6ʹê Sibatê ku deverên berfireh ên Tirkiye û Sûriyeyê wêran kirin, sedemeke din e hişt ku serokê Sûriyeyê Beşar Esed peywendiyên xwe bi dewletên Ereban re yên ku alîkarî dan Şamê, vegerîne. Di Sibatê de balafireke alîkariyan a Erebistana Siûdî daket Helebê ku duyemîn mezintirîn bajarê li welat e.

Zehmet e mirov xebatên dîplomatîk ên der barên Sûriyeyê de ji nêzîkbûna di navbera Tehran û Riyadê de qut bike. Piştî qutbûna ku 7 salan dewam kir, Tehran û Riyad di 10ʹê Adarê de gihaştin lihevkirinekê.”

ʹSÛDAN: DI NAVBERA XERTÛM Û MERWÎ DE ALOZIYA LEŞKERÎʹ

Têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Aloziya di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de di roja duyemîn de dewam dike. Li Xertûm û herêma Merwî ya başûrê Sûdanê tevgerên her du hêzan çêbûn. Êvara înê gelek erebeyên leşkerî yên Hêzên Piştevaniya Lezgîn derbasî Xertûmê bûn. Çavkaniyan got artêşê tewqiye şand Merwiyê û hêzên xwe seferber kirine. Di heman demê de tevger ên ji bo bidawîkirina vê aloziyê hene.

Li gorî raporan, zêdetirî 100 erebeyên leşkerî yên Hêzên Piştevaniya Lezgîn duh gihaştin Xertûmê. Di raporên din de jî hate diyarkirin ku artêşa Xertûmê jî hêzeke leşkerî ya mezin, batariyên moşekan û çek şandin Merwiyê.

Ruxmî sozên her du aliyan ku êrişî hev nekin, lê her du hêz di seferberiyê de ne û hebûna xwe li gelek herêmên derdora paytextê û bajarên din xurt kirine. Li gorî raporan ku agahî ji çavkaniyên leşkerî girtine, Hêzên Destwerdana Lezgîn roja Pêncşemê hêzeke din şand Merwiyê û guh neda daxwaza artêşa Sûdanê ya vekişîna ji tevahî herêmê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên diplomatîk dane Şerq El Ewsatê, mekanîzmaya 4 dewletan (Amerîka, Erebistana Siûdî, Îngilistan û Îmaratê) li gel mekanîzmaya navneteweyî ya sêalî (UNITAMS, Yekitiya Afrîkayê û IGAD) ên ji bo bidawîkirina aloziyê didomin.”

ʹLÎBYA LI PÊŞBERÎ 2 RÊYAN E; EWLEHÎ Û QANÛN’

Li ser rojeva Lîbyayê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Lîbyayî li benda daxuyaniya serokê şandeya Neteweyên Yekbûyî Ebdullah Batîlî ne. Batîlî dê roja sêşema bê derkeve pêşberî Konseya Ewlehiyê û dê geşedan, helwestên têkildarî dosyayên sereke, di serî de civînên fermandarên ewlehî û leşkerî yên li herêmên rojhilat û rojava, civîna komîteya leşkerî ya 5+5, civîna komîteya 6+6 ya parlamento û dewletê ya ku dê erka dayîna qanûnan hilbijartinan pêk bîne, parve bike.

Di du hefteyên borî de, nûnerê NYʹyê rêzecivîn li gel aliyên siyasî, partî, akademîsyen, çalakvanên hiqûqî û rojnamevanan li dar xistin. Armanc ji van civînan e ew e ku aliyên pêwendîdar ên Lîbyayê, ji partî, nûnerên saziyên siyasî, kesayetiyên siyasî yên navdar, serokên eşîran, rêxistinên civaka sivîl û hêzên ewlehiyê û nûnerên jin û ciwanan bînin gel hev û li ser çarçoveyeke qanûnî û ji bo lidarxistina hilbijartinên 2023ʹyan lihevkirin çêbe.

Xebat li ser 2 xetên sereke (ewlehî û leşkerî) bi rê ve diçe. Fermandarên milîsên herêma rojava û fermandarên artêşê tê de amade ne, da ku hilbijartin werin mîsogerkirin, encamên wê werin qebûlkirin, her wiha îtîraf bi xeta qanûnî were kirin da ku çareseriyeke mayînde ji aloziya namzetiya serokatiyê re were dîtin.”

(bb)