Feysel Mîqdad diçe Cezaîrê

Di çarçoveya vegerandina Sûriyeyê li nava civata erebî de, îro wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê serdana Cezaîrê dike.

Feysel Mîqdad diçe Cezaîrê
15 nîsan, 2023   08:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Cezayîrê duh ragihand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad dê îro serdana Cezaîrê bike.

Serdana Mîqdad hemwextî tevgerên ji bo vegerandina Sûriyeyê li nava civata erebî, civîna welatên Kendavê-Ereban a duh li Erebistana Siûdî û plana aştiyê ya erebî-urdinî ya ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê, pêk tê.

Duh cara yekê ji dema destpêkirina aloziya Sûriyeyê de, Mîqdad serdana Siûdiyê kiribû. Hemwextî serdanê jî şandeyeke Îranê ji bo vekirina balyozxaneya xwe li Siûdiyê bû.

Cezaîrê beriya niha ji bo vegerandina endamtiya Sûriyeyê ya Komkara Erebî bangewazî kiribû û di lûtkeya sala borî de ji bo wê yekê hewl dabû.

(c)