​​​​​​​Jinên siyasetmedar tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Endam û rêveberên jin ên partiyên siyasî yên Reqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hêzên navneteweyî têkildarî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

​​​​​​​Jinên siyasetmedar tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
14 nîsan, 2023   23:40
REQA - ELA EL ELÎ

Rêber Abdullah Ocalan ji 15′ê Sibata 1999′an de di girtîgeha Îmraliyê de tê tecrîdkirin û ji zêdetirî 2 salan ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û her sê hevrêyên wî nayên girtin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê tecîrda giran bi hêrs in û banga bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî kir.

/kr/uploads/files/2023/04/14/180314_-.webp

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebîr El Xelîl tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê dixwaze Rêber Abdullah Ocalan ji gelên bi fikrê wî bawer in, qut bike.

Ebîr da zanîn ku diviyabû dewleta Tirk a dagirker di dawiya Adarê de rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikira, lê tu daxuyanî li ser vê yekê nedan.

DIVÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN DI NAVA GEL DE BE

Ebîr li ser vê yekê wiha got: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li gelê herêmê û jinan bi taybet dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku ew rêberekî navneteweyî û mirovî ye. Divê Rêber Abdullah Ocalan di nava gel de be û jiyaneke xwezayî, azad û bi rûmet bijî."

/kr/uploads/files/2023/04/14/180258_-.webp

Li aliyekî din jî endama Komîteya Perwerdeyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Ebîr El Nafi tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku tev bigerin û rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.

/kr/uploads/files/2023/04/14/180241_-.webp

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa û Gundewarên wê, Sewsen El Xelef jî helwesta CPT′yê û îdiayên wê yên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re şermezar kir û got ew yek bi axaftina parêzerên Abdullah Ocalan ku CPT′yê hevdîtina pêk neaniye, nakok e. Her wiha Ebîr bêdengiya hêzên navneteweyî li ser vê yekê şermezar kir.

/kr/uploads/files/2023/04/14/180328_-.webp

Her wiha berdevka Jinan a Meclisa Idlib El Xedra Meyson Mihemed banga bi dawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

(fr)

ANHA