Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan

Rojnamevan Dîlan Akyol a bi hinceta nûçeyên çêkirine hate binçavkirin ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan.

Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan
14 nîsan, 2023   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dîlan Akyol dema ji mala xwe ya li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.  Dîlan Akyol a di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê daye dest pê kirin de hate binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a bajêr. Nûçeyên ku Dîla  Akyol têkildarî endama Hêzên Azadiya Yekgirtî (BOG) Eylem Ataş a dema di sala 2016’an de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û endama YJA-Star Gurbet Oran (Zinarîn Cûdî) çêkirine weke hincet hatin nîşandan û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya wê hate wergirtin.

Ji rojnamevan Dîlan Akyol nûçeyên têkildarî Ataş û Oran çêkirine hatin pirsîn û bi “propagandaya rêxistinê” hate sûcdarkirin.  Dîlan Akyol, sûcdarî qebûl nekirin.

Dîlan Akyol, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Antalyayê hate kirin. Dozgeriyê Dîlan Akyol berda.