​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-4-2023
13 nîsan, 2023   23:00

Artêşa Tirk a dagirker ji 14`ê Nîsana 2022`yan heta niha 13 hezar û 955 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî, balafir û helîkopterên şer, tank, topan êrişî Herêmên Parastina Medya kirin. Gerîlayên azadiyê jî di dîroka Kurdistanê de cara yekem berxwedanek evqas domdirêj û destanî nîşan da, dagirker neçarî revê kirin. (BI WÊNE)

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho diyar kir ku yên gerîla Harûn Elbak radestî dewleta Tirk a dagirker kir, dê hesab bidin û got tu ferq di navbera wan û ENKS′ê de tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Tebqayê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji girankirina tecrîdê, pêkanîna hewldan û timayên xwe yên mêtinger in. Her wiha diyar kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xizmetên tenduristiyê li Sûriyeyê pir lawaz in. Hem kadroyên tenduristiyê kêm in, hem jî çavdêrî tune ye û gendelî berbelav e. Ev jî li herêmên hikumeta Şamê jiyana nexweşan dixe xetereyê. (BI WÊNE)

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê Partiya Çep a Kesk û di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de tevlêbûna xwe ya hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê ragihand. Biryar e ku hilbijartin 14ʹê Gulana bê pêk werin. HDP ji ber îhtîmala girtina wê ya bi doza li dijî wê li Dadgeha Destûrê ya Bilind hatiye rakirin, bi navê Partiya Çep a Kesk tev li hilbijartinan dibe. (BI WÊNE)

Ji destpêka ragihandina vegera têkiliyên diplomatîk ên Erebistana Siûdî û Îranê ve ku meha borî li Pekînê hatibû îmzekirin, li Yemenê pêşketinên bilez rû didin. (BI WÊNE)

ANHA