​​​​​​​Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş qeza kir

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûbû navçeya Qereyaziyê, qeza kir. Meral Daniş Beştaş ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

​​​​​​​Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş qeza kir
13 nîsan, 2023   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwekîla Komar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa û rêveberekî partiyê ku navê wî nehat zanîn, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûbûn navçeya Qereyazî ya Erziromê, qeza kirin.  Meral Denîş Beştaş ku di wesayîtê de asê bû, piştî xebatkarên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, ji wesayîtê hat derxistin. Hat ragihandin ku rewşa Meral Denîş Beştaş giran e û ew bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê.

Her wiha Vefa û rêveberê partiyê jî ku rewşa wan ne giran e, rakirin nexweşxaneyê.