​​​​​​​Şandeyeke leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamentoya Fransayê re civiya

Şandeyeke leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina guhdarkirina li parlamentoya Fransayê de beşdar bû. Şande beşdarî nîqaşên li ser gelek mijarên têkildarî Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî terorê, krîza Sûriyeyê û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

​​​​​​​Şandeyeke leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamentoya Fransayê re civiya
13 nîsan, 2023   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyeke parlamentoya Fransayê duh, şandeyeke leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwaz kir. şande ji berdevka YPJ′ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG′ê Nûrî Mehmûd pêk dihat. Li kêlek wê jî nûnerê Rêveberiya Xweser a li Fransayê Xalid Îsa jî hebû.

Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev agahî belav kir. Di agahiya QSD′ê belav kiriye de, hate gotin gelek parlamenteran şande li navenda parlamentoya Fransayê pêşwaz kir; ji wan Sarah Tanzli parlamentera Partiya Vejîn (Partiya Serok Macron), hevseroka Koma Lêkolînên Kurdî û endama Komîteya Qanûnên Destûrî, Qanûnasazî û Rêveberiya Giştî ya Komarê,  Frederick Matteo parlamenterê Partiya Yekitiya Gel a Jîngeh û Civakê, cîgirê serokê Koma Lêkolînên Kurdî û endamê Komîteya Parastina Neteweyî û Hêzên Çekdar, Mary Punchon parlamentera Partiya Pêşxistina Mayînde û Jîngehê, gelek parlamenter û nûnerên wan.

Li gorî malperê, şandeyeke leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî rûniştina guhdarkirina li parlamentoya Fransayê ya du saetan bû. Şandeyê nîqaşên xwe kirin. Di rûniştinê de gelek mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst, hewldanên dewletên herêmê yên ji nû ve zindîkirina rêxistina terorîst, krîza Sûriyeyê, bi taybet rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û astengiyên li hember herêmê, sûcên li Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê vê tên kirin, hatin nîqaşkirin. Her wiha şandeyê behsa şoreşa bi pêşengtiya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşdariya wê di tevahî hûrgiliyên rêveberî û hêzên leşkerî de nîşqaş kirin.

Şandeyê îşaret bi têkoşîna YPJ′ê û şerê wê li dijî rêxistina DAIŞ′ê kir û got ruxmî van hemû fedekariyên YPJ′ê kirine, lê dewleta Tirk a dagirker fermandarên jin hedef digir.

Piştî wê şaneyê bersiva pirs û rapirsînên parlamenteran da.

(fr)