​​​​​​​Karê Meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Herêma Cizîrê ji bo 6 mehan hat dirêjkirin

Di civîna 3'yemîn a sala 2023'yan de, karê herdu Meclisên Zagonsaz û ya Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, herî zêde ji bo 6 mehan hat dirêjkirin û Vîvyen Beho wek hevseroka Meclisa Rêveber hat erkdarkirin.

​​​​​​​Karê Meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Herêma Cizîrê ji bo 6 mehan hat dirêjkirin
​​​​​​​Karê Meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Herêma Cizîrê ji bo 6 mehan hat dirêjkirin
​​​​​​​Karê Meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Herêma Cizîrê ji bo 6 mehan hat dirêjkirin
​​​​​​​Karê Meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Herêma Cizîrê ji bo 6 mehan hat dirêjkirin
13 nîsan, 2023   16:33
QAMIŞLO

Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê civîna xwe ya 3'yemîn a sala 2023'yan li hola civînan a navçeya Amûdê li dar xist. Tê de hevseroketiya desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, 98 endamên Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê û hevseroka Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo beşdar bûn.

Di serî de mijara civîna borî bi 3 zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin, piştre raporek li ser xebatên Meclisa Zagonsaz û rewşa siyasî ji aliyê hevseroka Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo ve hat xwendin.

Sîham destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser tevî siyasetên herêmî yên li dijî wê, dîsa jî li gor nirxên xwe û ji bo berjewendiya gelê Sûriyeyê û yekitiya xaka Sûriyeyê tev digere.

Sîham wiha domand: "Xebatên me ji bi dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re bi rêya diyaloga sûrî dûrî ajandeyên derve, berdewam in.”

DIRÊJKIRINA KARÊ MECLISÊN ZAGONSAZ Û RÊVEBER JI BO 6 MEHAN

Piştre, rewşa rêxistinî ya meclisê hat nîqaşkirin û di encamê de piştî ku piraniya beşdaran dengê xwe dan, karê herdu meclisên Zagonsaz û ya Rêveber li gor madeya 48`an a peymana civakî ji bo 6 mehan herî zêde hat dirêjkirin.

Her wiha meclisê îstîfaya hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye erê kir û li şûna wê cîgira hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Vîvyen Beho wek hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê erkdar kir.

Her wiha meclisê Emel El Xatir jî wek hevseroka Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê erkdar kir û nivîsgeha Karûbarên Olan a Herêma Cizîrê jî ji hev xist.

Di dawiya civînê de hevseroka berê ya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve hat xelatkirin.

(mh/şx)

ANHA