​​​​​​​Li Dêrazorê rewşa tenduristî hate nîqaşkirin

Bi diruşma "Li Dêrazorê tendurisî di navbera realîst û hêviyan de" Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê civînek li dar xist. Di civînê de bal li ser rewşa tenduristî ya li herêmê hate kişandin û pêşniyarên ji bo başkirina rewşa tenduristî hatin kirin.

​​​​​​​Li Dêrazorê rewşa tenduristî hate nîqaşkirin
13 nîsan, 2023   13:53
DÊRAZOR

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarokê Mihêmîdiyê yê li rojavayê Dêrazorê civînek li dar xist. Di civînê de endamên Meclisa partiyê ya rojavayê Dêrazorê, komîteya tenduristiyê, saziyên sivîl û gelek şênî beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/04/13/131430_ndwh-hwaryh-tslt-aldhwa-ala-alwaqa-alshy-bdyr-alzwr-wttrh-alhlwl-llmshakl-28229.webp

Di civînê de Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemerî bixêrhatina beşdaran kir û got divê mîna van civînan bi awayekî domdar bên lidarxistin, da ku dozên li herêmê bên nîqaşkirin û çareserî bên danîn.

El Şemerî wiha domand: "Aliyê tenduristiyê pir girîng e. Divê ji şêniyên herêmê re desteka guncaw û baladariyek bê pêşkêşkirin."

Di civînê de, beşdaran diyar kir ku divê rewşa tenduristî ya li rojavayê Dêrazorê bê başkirin û derman li navendên tenduristiyê zêde bin.

Civîn bi gelek pêşniyarên dê di çendên rojên bê de li ser werin xebitandin, bi dawî bû:

Çavdêriya li ser derman ji tevahî aliyan ve li ser dermanxane û nexweşxaneyan bê aktîfkirin.

Hevkarî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re der barê mijara têkoşîna li dijî belavbûna dermanên hişbirê bê kirin.

Girîngiyê bidin anîna pisporiyên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser.

(fr)

ANHA