QSD’ê li ser bûyera li Dêrazorê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî bûyera îro danê sibehê di navbera endamekî hêzên Erka Xweparastinê û hêzên hikumeta Şamê de qewimiye daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyer pevçûneke ferdî ye û hêzên wan li ser mijarê lêkolînê dikin.

QSD’ê li ser bûyera li Dêrazorê daxuyaniyek da
13 nîsan, 2023   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser bûyera di navbera endamekî hêzên Erka Xweparastinê û hêzên hikumeta Şamê de qewimiye, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me lêkolînê li ser sedemên pevçûneke ferdî dikin ku îro danê sibehê di navbera şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê û endamên hêzên hikumeta Şamê de li gundê Hetla yê li rojhilatê Dêrezorê rû da.

ŞERVANEKÎ ERKA XWEPARASTINÊ ŞEHÎD BÛ

Di pevçûnê de şervanekî Erka Xweparastinê şehîd bû û endamekî hêzên aliyê din jî hat kuştin. Li herêmê şert û mercên xwezayî yên berê didomin.”