​​​​​​​Amadekariyên lidarxistina Kongreya 5`an a MXDŞ`ê

MXDŞ`ê amadekariyan dike ku kongreya xwe ya 5`an li dar bixe. Endamên kongreya giştî ku hatine hilbijartin, diyar kirin ku li darxistina wê, bersiva hemû komployên li dijî Şengalê ye.

​​​​​​​Amadekariyên lidarxistina Kongreya 5`an a MXDŞ`ê
11 nîsan, 2023   17:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çaverê ye ku Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) kongrya xwe ya 5`an di 15`ê Nîsanê de li dar bixe. Di vê çarçoveyê de, endamên meclisa giştî ya hemû meclisan, hatin hilbijartin. Endamên hilbijartî, diyar kirin ku bi rêya birêxistinkirina hêzan di kongreyê de, dê bersiva êriş  û komployên li dijî Şengalê bidin.

Nûnerê navenda Kohîl a Kongreya Meclisa Şengalê Xeyrî Elî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê armanca wê dûrxistina gel ji Rêveberiya Xweser e û wiha domand: “Lê tevî van êriş û gefan, gel gav paşde navêje. Ji ber ku me ev sazî bi fedakariyên şehîdan ava kirin û heta serkeftinê dê rêya wan berdewam bikin.”

Xeyrî Elî eşkere kir ku ji lidarxistina kongreyê armanc dikin ku xizmeta civakê bikin û got: “Xelkê navenda Kohîl em hilbijartin. Em dê vê rêyê berdewam bikin ku şehîdan ji me re xêz kiriye û dê xizmeta gelê xwe bikin.”

“KOMPLOYÊN LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER”

Hevserokê Meclisa Gel a Navenda Kohîl Omer Parso jî got dijminên civaka êzidî, rojane tevî şirîkên xwe komployan li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê çêdikin û wiha pê de: “Em dizanin ku dijmin dixwaze me tune bike. Dema ku em hewl didin ku kongreya xwe li dar bixin, dijmin rêveberên me dike hedef da ku Rêveberiya Xweser têk bibe. Lê em soz didin ku dê destkeftiyên xwe biparêzin û bi rêya birêxistinkirina gelê xwe dê bersiva dijmin bidin.”

“LIDARXISTINA KONGREYÊ BERSIVA HEMÛ KOMPLOYAN E”

Omer Parso da zanîn ku biryara lidarxistina kongreyê, bersiva hemû komployên li dijî rêveberiyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev kongre, bersiva her kesî ye ku dixwazin rewşa li Şengalê aloztir bibe. Em dizanin ku niha li gorî berjewendiyên gelê me kar nakin, ew dixwazin bi planan Şengalê kontrol bikin. Lê gelê me baş dizane ku dijmin dê biçe û dê Rêveberiya Xweser û hêzên parastina wê bimînin.”

(dm/şx)