Kilîtên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ne

2 welatiyên ku li Heleb û Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtine destnîşan kirin ku divê Rêber Abdullah Ocalan li derveyî zindanê be ji ber ku kilîtên çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navîn di destê wî de ne.

Kilîtên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ne
11 nîsan, 2023   23:40
HELEB

Ji zêdetirî 2 salan ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, ku ji wê demê de tu agahî ji wî û ji zindana Îmraliyê nayên girtin. Welatiyên ku di demên cuda de Rêber Abdullah Ocalan dîtine gotin; feslefeya Rêber Apo çareseriya herî baş a pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Welatiyê bi navê Menan Cafer wiha axivî: "Ez xwendekarê zanîngehê bûm, wê demê Rêber Abdullah Ocalan gelek caran li Helebê serdana me dikir û ji bo me wek xwendekarên zanîngehê civîn li dar dixistin."

Cafer wiha domand: "Di wan hevdîtinan de wî ji me re girîngiya hebûna kesên xwenda di nav şoreşan de kir. Her wiha wî bandoreke erênî li xwendekarên zanîngeha Helebê kir ku bi dehan ji wan tev li şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan bûn."

QUTKIRINA TÊKILIYÊN DI NAVBERA WÎ Û RÊXISTINA WÎ DE

Der barê civînên Rêber Abdullah Ocalan de Cafer got: "Wî em hişyar dikirin û fêrî me dikir ku çawa divê mirov bijî û zehmetî û êşên gelê xwe yê bindest nas bike. Wî ji me re erkên me diyar dikirin û çawa em xwe bi rêxistin bikin. Her wiha ji me re got ku eger kesên xwendevan û rewşenbîr xwedî li erkên xwe derneketin wê demê kî yê gelê me yê ji sedsalan ve bindest e rizgar bike?"

Menan Cafer tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ji tecrîdê ew e ku têkiliya di navbera wî û gel de bê qutkirin, her wiha Cafer bêdengî û nezelaliya CPT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li hember tecrîdê jî şermezar kir.

Cafer di dawiya axaftina xwe de got: "Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn in, ji ber wê jî ew ji gelan hat dûrixistin."

'DIVÊ EW NIHA LI DERVEYÎ ZINDANÊ BE'

Mihemed Hac Mistefa ku wî jî li Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye ji ajansa me re got: "Rêber Apo li Lubnanê ji bo me civînek li dar xist, min hinekî hêza xwe ji kesayeta wî wergirtiye. Wê demê ez alîgirê şepêla çep bûm, em li ser bûyerên wê demê bi Rêber Apo re axivîn.”

Mistefa wiha domand: "Piştî wê, em hatin Helebê û li wir me tevgera azadiyê nas kir. Ez gelekî bi Rêber Apo bandor bûm, ji ber wê jî me xwest ku em zêdetir xizmeta gelê xwe bikin. Me têkilî bi gelek kesên li seranserî cîhanê re kirin da ku em fikrê wî belav bikin."

Mistefa wiha lê zêde kir: "Min jî wek gelek kesên din xwe spart fikrê demokratîk ê Rêber Apo, me dît ku divê fikrê wî bê pratîkkirin da ku gelê me ji bindestiyê rizgar bibe. Rêber Apo sembola aştiyê ye, divê ew niha li derveyî zindanê be, da ku hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike."

Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Dijmin wiha texmîn nedikir ku gel heta vê astê bi Rêber Apo ve girêdayî be, wî texmîn dikir ku bi dîlgirtina Rêber Apo re dê îradeya gel têk bibe. Lê belê gel bi fikrê Rêber Apo bandor bûye û rêya wî dişopîne."

Menan Cafer û Mihemed Hac Mistefa banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

(mh)

ANHA