​​​​​​​Iraq bi awayekî fermî daxwaz kir ku Tirkiye milyar û 500 milyon dolar bide

Tora Offshore Alert a Amerîkayê eşkere kir ku Wezareta Petrolê bi awayekî fermî daxwaznameyek ji Dadgeha Federal a Amerîkayê re pêşkêş kir ji bo biryara der heqê Tirkiyeke girtiye, pêk bîne û wê neçar bike ku cezayê bide ku milyar û 500 milyon dolar e.

​​​​​​​Iraq bi awayekî fermî daxwaz kir ku Tirkiye milyar û 500 milyon dolar bide
11 nîsan, 2023   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Torê di raporekê de got desthilata Iraqê dest bi pêkanîna biryara li dijî Enqereyê di meha bori de hatiye stendin, kir ku ji ber petrolê ji Herêma Kurdistanê bê erêkirina hikumeta Iraqê kiriye cezayê darayî lê hate birîn.

Tore destnîşan kir ku ji nava tedbîrên fermî; Wezareta Petrolê ya Iraqê li Wezareta Enerjiyê û Jêderên Xwezayê ya Tirkiyeyê, li cem Dadgeha Federal a Amerîkayê gilî kiriye ji bo ku Enqere cezayê darayî bide.

Li gorî tora Bloomberg hefteya borî piştî ku Bexda û Enqere li ser ji nû ve hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê li hev kiribû, Tirkiye ji Iraqê xwest ku li ser şertên dayîna pereyên hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê bi rêya benderên wê, dîsa dest bi diyalogê bike.

(şx)