QSDʹê nasnameya şehîdekî eşkere kir

QSDʹê  bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Îbrahîm Ehmed Berho di encama qezayekê de şehîd bû.

QSDʹê nasnameya şehîdekî eşkere kir
11 nîsan, 2023   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta şervanê xwe yê bi navê îbrahîm Ehmed Berho de ev agahî da:

ʹʹHêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk di têkoşîna xwe ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞʹê û bersivandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, her wiha di têkoşîna pêkanîna ewlehî û istiqrara herêmê de de gelek serkeftin pêk anîn.

Ne ji kombûna pêkhateyên herêmê ya li derdora hêzên me û tevlêbûna ciwanan a nava refên hêzên me de ev serekftin nedihatin bidestxistin. Hêzên me di rêwîtiya xwe ya lehengane de bi hezaran şehîd û birîndar dan ku navên wan di rûpelên dîrokî de zindî dimînin.

Ji hevreyên me Îbrahîm Ehmed Bero (Îskender) di encama qezayekê de gihişt asta şehadet.

Hevreyê me yê şehîd bi dîsîplîna xwe û hestê leşkerî yê bilind cûda bû, nemaze piştî ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya dîsîplîna leşkerî bû, li gorî sîstem û perespektîfên wê tev digeriya heta ku dewreya perwerdeyê bi serketî bi dawî bû.

Em sersaxiyê ji malbata hevreyê xwe yê şehîd, ji xwe û ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşînê bidomînin heta ku xeyalên hevreyên xwe yên şehîd ên welatekî ewle û aram pêk bînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Îskender

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Mexrebteyn 2002ʹyan

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn 8ʹê Nîsana 2023ʹyan."

(bb)