​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyê-şaxê Efrîn û Şehbayê têkildarî Komkujiya Cindirêsê panelek li dar xist. Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.

​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
​​​​​​​Li Şehbayê panela têkildarî Komkujiya Cindirêsê
11 nîsan, 2023   13:59
ŞEHBA

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyê-şaxê Efrîn û Şehbayê bi sernavê “Komkujiya Cindirêsê, plana Tirkiye û Îtîlafê û terora sîstematîk” li navenda xwe ya li gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê panelek li dar xist.

Saziyên civaka sivîl, saziyên Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, rewşenbîr, parêzer, çalakvanên siyasî û akademîseyenên ji parêzgehên Sûriyeyê beşdarê bûn.


 

Di destpêka panelê de seroka meclisa şaxê Efrîn-Şehba ya partiyê û endama Nivîsgeha Jinan a partiyê Şêrîn Mihemed, endamê Polîtburoya partiyê Lezgîn Kor Mihemed û endamê meclisa rêveber a şaxê Efrîn-Şehba ya partiyê Cûma Kalo ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Panel li ser sê beşan hat birêvebirin. Beşa yekemîn bi sernavê “Komkujiya Cindirêsê û bandorên redkirina kesê din” ji aliyê Şêrîn Mihemed ve hat birêvebirin. Beşa duyemîn jî bi sernavê “Helwesta qanûna navneteweyî, rola civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember komkujiya Cindirêsê” Lezgîn Kor Mihemed ve hat birêvbirin.

Şêrîn Mihemed bal kişand ser mîraseya çandî ya li Sûriyeyê, gelên ku li ser vê cografiyê jiyan kirine, rê û resmên wan, pirrengiyia ziman û devokên civakên herêmê, wate û girîngiya Cejna Newrozê û got: “Mixabin ku malbateke Kurd ji ber ku yek ji cejnên nîştimanî yên Sûriyeyê Cejna Newrozê pîroz dikir, hat qetilkirin.”

Şêrînê bal kişand ser kiryarên komên çeteyan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê û Efrîn wek nimûne destnîşan kir û wiha dom kir: “Çanda Îslama siyasî çanda tecawiz, mêtingerî û talanê ye. Mislimankirina êzidiyan bi darê zorê jî yek ji rengên wê ye. Komkujiya şeva Newrozê li Cindirêsê pêk hatiye jî di wê çarçoveyê de ye. Çete bi wê rengî çandên pêkhateyên din tune dihesibînin. Nikare rê bê dayîn ku ev komkujî dewam bikin. Tu mirov bî, tê wateya ku kesê din qebûl bikî û hebûn û çanda wî wekî parçeyekî hebûna mirovî bihesibînî. Tunekirina hebûna kesên din bi tu rengî nayê qebûlkirin.”

Piştî axaftina Şêrîn Mihemed, çalakvana siyasî û hiqûqnasê ji Filîstînê Zêd Eyûbî, ji Almanyayê serokê Rêxistina “International Emergency Help” Dr. Ekrem Nesan, ji Silêmaniyê Serokê Encûmena Penaberên Kurd li Rojava-Sûriyê Hozan Efrînî, ji Tartûsê rojnamevan û çalakvanê siyasî Hesen Yûnis bi rêya telefonê beşdarî panelê bûn û der barê mijara beşa yekemîn de nirxandin kirin.

Lezgîn Kor Mihemed beşa duyemîn a panelê bi rêve bir û bal kişand ser sedemên rê li pêşiya komkujiya Cindirêsê vekirine û wiha dom kir: “Bi sedan sûcên hovane yên ku ji aliyê ragihandinê û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û xwecihî ve hatine belgekirin hene, lê heta niha hesab ji sûcdaran nehatî pirsîn. Ev jî cihê şeremzariyê ye, divê berpirsên wan sûcan ji hêla aliyên navneteweyî yên serbixwe ve bên muhasebekirin.”

Mihemed rola Îtîlafê, dewleta Tirk a dagirker û ENKS`ê di komkujiya Cindirêsê û sûcên li wê herêmê de bi bîr xist û destnîşan kir ku ew sîwana siyasî ya komên çeteyan in ên ku wan sûcan pêk tînin.

Mihemed her wiha bal kişand ser rol û berpirsiyarên rêxistinên hiqûqî, sivîl, mafên mirovan û civaka navneteweyî ji bo destpêkirina lêpirsînên der barê sûcên li herêmên dagirkirî de û hesabxwestina ji berpirsan û radestkirina wan ji bo edaletê.

Di dewama beşa duyemîn de kesayetên serbixwe Basil Qasê, Nesir Ebdullah û endamê Partiya Nîştimanî ya Sosyalîst a Sûriyeyê Fadî Îsmaîl ku ji Helebê hatibûn, axivîn.

Piştî herdu beş bi dawî bûn, encamnameya panelê ji aliyê endama Polîtburoya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriye Roşîn Mamo ve hate xwendin.

Di encamnameyê de ev pêşniyar hatin kirin:

-Bang li Neteweyên Yekgirtî kirin ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina xelkê Efrînê û tevahiya Sûriyê werbigirin û zextê li Tirkiyeyê bikin ku ji xaka Sûriyeyê vekişe.

-Bang li Netewên Yekgirtî dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku guhertina demografîk li Efrînê û navçeyan rawestîne, li gorî xalên Peymana Laheyê ya sala 1907`an tevbigere û dest ji rêveberiya Tirkiyê berde. van herêman ji niştecihên xwe yên resen yê Sûriyeyê bihêle.

- Em bang li Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiyê, Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û hemû desteyên siyasî yên di bin sîwana wê de, nemaze Encûmena Niştimanî ya Kurdî dikin, ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî, siyasî û yasayî derbarê tawanên li Efrînê de bigrin û em bang li wan dikin ku destwerdanê bikin da ku binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî wan rawestînin û piştgirî bidin daxwazên gelê herêmê.

- Teqezî li ser binavkirina yasayî ya navdewletî ya komkujiya Cindirêsê wek tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê û daxwaz kirin ku tawanbar li ber dadgehên navdewletî yên şareza li gor yasayên navdewletî bên dadgehkirin.

- Daxwaz ji dewleta Sûriyê dikin ku erka xwe ya yasayî li hember dewleta Tirkiyê weke dewleteke êrîşkar li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî û yasayên navdewletî pêk bîne.

- Bang li civaka navdewletî û hemû sazî û dezgehên navdewletî yên pêwendîdar dikin ku erka xwe ya li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî ya derbarê vekişîna bilez û derketina dewleta Tirk ji hemû herêmên Sûriyê yên dagîrkirî pêk bînin.

- Bang li welatparêzên bi rûmet ên gelên herêmên dagirkirî dikin ku refên xwe bi hemû pêkhateyên xwe re bikin yek û li dijî hêviyên dewleta Tirk a dagirker û komkujî û binpêkirinên komên çete bisekinin û hesab ji berpirsên qetlîama Cindirêsê.

(şx/c)

ANHA