′Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn′

Meclisa Sivîl a Reqayê û Kombûna Jinan a Zenûbya bang li hêzên navneteweyî kir ku ji dewleta Tirk a dagirker hesabê bipirsin ku sûcan li dijî gelên herêmê pêk tîne.

′Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn′
11 nîsan, 2023   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sivîl a Reqayê û Nivîsgeha Jinan a Zenûbya ya Tebqayê êrişa dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Silêmaniyê şermzar kir û bang kir ku ji dewleta Tirk hesab bê pirsîn.

REQA

Bi dehan şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl li Çerxerêya Neîm kom bûn, pankartên; "Bimire îxanet", "Bimire Erdoganê kujer", "Na ji bombebarankirina Balafirgeha Silêmaniyê re", "Hilweşe dewleta Tirk a dagirker", "General Mezlûm Ebdî nûnertiya vîna gelan dike"û "Hilweşe Erdoganê dîtkator" hildan.

Li wir cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselman Hemsork daxuyaniyek xwend û wiha tê de hate gotin: "Armanca êrişa li Silêmaniyê têkbirina yekitiya Iraqê ye ku ew şirîkê sereke ya şerê li dijî terorê ye. Em bang li civata navneteweyî dikin ku asîmanê li pêş êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bakurê Iraqê bigire û vê kiryara dijminane ya bi armanca lawazkirin û dûrxistina rola Kurdan di projeya çareseriya demokratîk a li herêmê de şermezar bike.

Hewldanên têkoşîna li dijî terorê û astengkirina her xebateke hevkariya ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî de, dê bi piştgiriya şêniyên herêmê û hemû hêzên li dijî terora DAIŞ`ê û komên erdoganî şer dikin, bi bin keve.”

TEBQA

Di heman çarçoveyê de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê daxuyaniyek da. Endama rêveberiya nivîsgehê Sara Mihemed bi beşdariya jinên bajêr, endamên jin ên saziyên civaka sivîl û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê hate şermezarkirin û hate gotin ev ne êrişa yekemîn a dagirkeriyê li dijî gelê herêmê ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku bi nêzbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re Erdogan hewl dide xwe îsbat bike, serkeftinan derew bi dest bixe ku krîzên hundirîn li ser hesabê gelên herêmê, binixumîne.

Di daxuyaniyê de paşguhkirina û bêdengiya civata navneteweyî li hember binpêkirinên derqanûnî û derexlaqî yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li Sûriye û Iraqê tên kirin, hatin şermezarkirin.

(fr/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W_O7o96IjYM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>