​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Radestkirina gerîla Harûn karekî bê exlaqî ye

Malbatên şehîdan radestkirina Harûn Elbak ji dewleta Tirk re karekî bê exlaqî  bi nav kir. Her wiha soz dan ku rêya têkoşînê ya şehîdan û girtiyan, bişopînin.

​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Radestkirina gerîla Harûn karekî bê exlaqî ye
11 nîsan, 2023   00:46
TEBQA- EBDUREHMEN EL SALIH

Komeke kesên ku ji dewleta sîxuriyê dikin li navçeya Hezex a Şernaxê ya Bakurê Kurdistanê şervan Selîm Ediyeman (Harûn Albak) radestî dewleta Tirk a dagirker kir. Li hember vê bûyerê jî, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên nerazîbûnê nîşan dan ku heta hîna berdewam in.

Têkildarî wê; Mihemed El Şêx, bavê şehîd Ibrahîm El Şêx radestkirina Harûn ji dewleta Tirk re şermezar kir û bi kiryareke “kirêt” bi nav kir.

Mihemed El Şêx diyar kir ku Harûn jiyana xwe di oxira azadiya gel û welatê xwe de borand, ji ber vê yekê jî banga hesabpirsînê ji xayînan kir.

El Şêx banga yekitiya tevahî pêkhateyan û bilindkirina asta têkoşîna li hember zilm û desthilatdariyê kir û got:" Ev erkê her mirovekî bi şeref e ku li ser rûya erdê dijî."

Xwişka şehîd Ehmed XelÎl, Hind Xelîl îxaneta li Harûna hatiye kirin, şermezar kir û destnîşan kir ku radestkirina Harûn sûcekî dûrî mirovahî ye. Hind anî ziman ku daxwazên wan ranewestin heta ku Harûn azad nebe.

Hind bang li tevahî aliyên ku parastina mafên bindestan îdia dikin, kir ku sûcê li dijî Harûn pêk hatiye di ber çavan re derbas bikin û ji bo azadkirina wî, destwerdanê bikin.

(dm/şx)

ANHA