Welatî: fikrê Rêber Apo ji bo tevahiya gelên bindest e

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo destnîşan kir ku asta hevgirtin û yekitiyê ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştiyê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan e.

Welatî: fikrê Rêber Apo ji bo tevahiya gelên bindest e
11 nîsan, 2023   03:38
QAMIŞLO

Êdî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rola felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di pêşxistina rewşa herêmê de nas dikin, nexasim di warê jiyana hevbeş û rêbaza neteweya demokratîk de. Her wiha wan destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, lê belê ji bo tevahiya gelên bindest e.

Welatiyê bi navê Raşid El Xenam ê ji navçeya Til Hemîsê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji 40 salan ve ji bo aştiyê dixebite û got: "Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin zilma herî mezin e. Mafê her girtiyekî heye ku parêzer û malbata xwe bibîne, lê belê mixabin Rêber Apo ji vî mafî jî bêpar maye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirjer roj bi roj tecrîdê li ser wî girantit dike."

Raşid wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku îradeya gelê Kurd bi rêya girankirina tecrîdê têk bibe. Lê belê wê nizanîbû ku Rêber Apo ne wek rêberên berê yên Kurdan e, ji ber ku fikrê wî cuda ye, ew ne tenê ji bo Kurdan, lê belê ji bo tevahiya gelên bindest e."

Welatiya bi navê Efer Ebas a ji navçeya Til Hemîsê got: "Piştî pratîkkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan êdî jin bûn xwedî rol û di hemû qadên leşkerî û sivîl de beşdar bûn û hişmendiya baviksalariyê jî hat tunekirin."

Efer wiha domand: "Bi saya vî fikrî wek jinên Ereb me hîs kir ku em hêmaneke sereke ya avakirina civakê ne, piştî ku berê rola me dihat tunekirin û înkarkirin."

Welatiyê bi navê Sayêl Casim ê ji heman navçeyê jî bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku li hember doza Rêber Abdullah Ocalan xwedî li erkên xwe derkevin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.

(mh/şx)

ANHA