​​​​​​​Pisporên Ereb: Hedefgirtina balafirgeha Silêmaniyê sûcekî terorê ye

Pisporên Ereb destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî balafirgeha Silêmaniyê binpêkirineke din a dewleta Tirk e. Pisporan bêdengiya cîhana erebî ya li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir û bang li hikumetên Ereban kir ku xwedî helwesteke cidî bin.

​​​​​​​Pisporên Ereb: Hedefgirtina balafirgeha Silêmaniyê sûcekî terorê ye
11 nîsan, 2023   01:40
QAHÎRE-MUHSIM EL MISIRÎ

Êvara înê (7`ê Nîsanê) dewleta Tirk a dagirker êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê kir.

Nivîskar û dîroknasê ji Misirê Elî Ebûlxêr ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku êrişa hewayî ya dewleta Tirk li dijî balafirgeha Silêmaniyê, binpêkirina qanûnên navneteweyî, exlaqî û mirovî ye û wekî binpêkirina serweriya dewletê bi nav kir.

Ebûlxêr got: “Ya xirabtir ew e ku êrişa Tirkiyeyê ya li djiî balafirgehê ji bo hedefgirtina fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî bû, lê belê ji ber sedemên derveyî niyetên Tirkiyeyê ew êriş bi bin ket. Hewldana kuştinê girêdayî rewşa hundirîn a Tirkiyeyê ye. Erdogan beriya hilbijartinên serokkomariyê dixwaze xwe li hemberî Tirkan xurt nîşan bide.”

Li gorî Ebûlxêr, binkeftina êrişê dê bandoreke mezin li siyaseta Tirkiyeyê û siberoja siyasî ya Erdogan bike.

BÊDENGIYA CÎHANA EREBÎ

Ebûlxêr destnîşan kir ku bêdengiya cîhana erebî ne nû ye û wiha dom kir: “Ev bêdengî yek ji sedemên zilma dîrokî ya li ser gelê Kurd e. Hemû hikumetên Iraqê rûberên axa Iraqê dan Tirkiyeyê, ji ber wê yekê bi bihaneyên bêbingeh Tirkiye Iraqê wek qadekê ji bo êrişên li ser Kurdan bi kar tîne.”

Ebûlxêr, Komkara Erebî jî rexne kir û destnîşan kir ku ew li hember binpêkirinên dewleta Tirk li welatên Ereban û hewldanên kuştina rêveberên Kurdan, deng dernaxe û wiha domand: “Komkara Erebî bi halê xwe yê heyî lawaz e û nikare li hember kirinên Tirkiye û Îsraîlê yên li dijî dewletên Ereban bisekine. Em dikarin bêjin Komkara Erebî û hin sîstem îradeya wan ne di destê wan de ye.”

Dîroknasê misirî gelê Kurd silav kir û diyar kir ku gelê Kurd terorê û êrişan qebûl nake, lewma jî çi qas şer dirêj bike jî serkefitn dê para wî be.

RÛYÊ RAST Ê TIRKIYEYÊ

Hiqûqnas û serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Misirî-Erebî Usama Şems jî diyar kir ku êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê û hewldana kuştina general Mezlûm Ebdî, teror û îdeolojiya dewleta Tirk eşkere kir.

Şems bi bîr xist ku hewldana kuştina fermandarê QSD`ê ew hêza ku dewleta DAIŞ`ê têk bir, rûyê rast ê rejîma Tirk a hewl dide tola DAIŞ`ê ji QSD`ê hilîne, nîşan dide.

TIRKIYE Û DEWLETÊN EREBAN

Hiqûqnas Şems anî ziman ku kiryar û binpêkirina serweriya Sûriye û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve, biçûkxistina hemû dewletên Ereban e.

Şems, vegerandina têkiliyên dîplomatîk ên welatên Ereban û Tirkiyeyê û pêşwazîkirina rayedarên Tirkan li paytextên Ereban rexne kir û bi bîr xist ku artêşa Tirk hîna serweriya Iraqê binpê dike, herêmên berfireh ji Sûriyeyê dagir dike û hewldanên gihîştina çareseriya aştiyane li Lîbyayê asteng dike.

Hiqûqnasê misirî anî ziman ku êrişa li Silêmaniyê sûcekî terorê ye û got: “Serkêşê rejîma Tirkiyeyê ev sûc kir ji bo ku tundraw û neteweperestên Tirk di hilbijartinan de dengê xwe bidin wî. Rejîmeke ku kuştin û terorê ji bo bidestxistina dengan bi kar tîne, gelekî ku dengê xwe bide rejîma kujer jî, tu xêr tê de nîn e.”

(c)

ANHA