​​​​​​​`Dayika Uweyş nimûneya hêz û îradeyê ye`

Dayikên gerîla û yên şervanên YPG'ê destnîşan kirin ku wan di perwerdekirina keç û xortên xwe de ya li ser çanda girêdana bi xakê û parastina wê, xwe spartiye kesayeta dayika Uweyş, her wiha wan soz dan ku têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî bidomînin.

​​​​​​​`Dayika Uweyş nimûneya hêz û îradeyê ye`
10 nîsan, 2023   23:43
HELEB – NISRÎN ŞÊXO

Roja 11'ê Nîsanê salvegera 30'emîn a koça dawî ya dayika Rêber Abdullah Ocalan, dayika Uweyş e ku di feslefeya wî ya azadiya jinan û civakê de, gelekî bandor li wî kiribû.

Dayikên gerîla û yên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kirin ku wan di perwerdekirina keç û xortên xwe de û avakirina wan li ser bingeha rihê berxwedanê û girêdana bi xakê, dayika Uweyş ji xwe re pêşeng dîtiye.

Dayika gerîlayê bi navê , Ewaş Mihemed destnîşan kir ku dayika Uweyş çi di zarokên xwe de çandiye, wê jî di zarokên xwe de çandiye û got: "Kurê min di 2012'an de tev li gerîla bû. Bi jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan re dayika Uweyş hêviyeke mezin a gihîştina azadiyê da Kurdan. Bi saya perwerdeya dayika Uweyş piştî salên dirêj ji zilm û zorê, me hêvî dît."

Dayika Ewaş wiha domand: "Wek ku dayika Uweyş hişt ku Rêber Abdullah Ocalan li hember zilma ku li ser wî dihat kirin bêdeng nemîne, her wiha min jî heman fikr di kurê xwe de çand."

Dayika Ewaş got ew bi gerîla hene, dilê wan bi wan re ye û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên wan da.

XWESPARTINA KESAYETA DAYIKA UWEYŞ

Her wiha, dayika şervanê YPG'ê Necîb Henan, Nadye Êmo destnîşan kir ku wê piştgirî da kurê xwe da ku tev li YPG'ê bibe, ji ber ku wî xwest ku xaka xwe biparêze û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di 2018'an de li dijî Efrînê têk bibe.

Nadye wiha domand: "Ez qet li pêşiya wî nesekinîm, ji ber ku ez bi vê rêya ku ew ketiyê serbilind im. Parastina xakê mafekî rewa ye û bi saya Rêber Abdullah Ocalan hat rûniştandin. Ew fikrê hebûn, rastî û azadiyê ye û bi wê em dê ji tariyê derbasî ronahiyê bibin."

'DAYIKA UWEYŞ PÊŞENGA ME YE'

Heyat Şêxo ku dayika gerîla Barîn Efrîn e, got: “Piştî ku keça min xebera dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bihîst wê xwendina xwe berda û tev li gerîla bû; ji ber ku wê rastiya Rêber Abdullah Ocalan û xebata wî ya ji bo doza azadiya jinan nas dikir.”

Heyat wiha li gotinên xwe zêde kir: "Kesayeta dayika Uweyş xwedî hêz e, wê ev hêz jî di zarokên xwe de çandiye. Min jî eynî wiha kir û min hêz û girêdana bi xakê di keça xwe de çand."

Heyat destnîşan kir ku çawa dayika Uweyş Rêber Abdullah Ocalan anî dinê, wisa serbest hişt ji bo ku bi xwe, rastiyan û doza welatê xwe nas bike û wiha pê de çû: “Min tu carî rê li ber keça xwe negirt û hişt ku ew bi armanca pêkanîna azadiyê berê xwe bide çiyayan.

Heyat Şêxo di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

(mh/şx)

ANHA