Rojnameyên erebî: Îsralê gef li hikumeta Şamê xwar

Aloziya di navbera Şam û Îsraîlê de û hevdîtinên li Yemenê, mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Îsralê gef li hikumeta Şamê xwar
11 nîsan, 2023   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹNETANYAHU: REJÎMA SÛRIYEYÊ DÊ BEDELÊN GIRAN BIDEʹ

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Ji ber avêtina moşekan ji Sûriyê û Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rasterast gef li rejîma serokê Sûriyeyê Beşar Esed û tevgera Hemasê xwar û got: “Ev operasyonên me hîna yên destpêkê ne. Heke avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve dewam bike, rejîma Sûriyeyê dê berdêlên giran bide.”

Piştî rexneyên li ser siyasta hikumeta wî ya ji ber tevliheviya ewlehiyê, Netanyahu duh  civîneke çapemeniyê li dar xist û xwest hikumeta xwe ji vê tevliheviyê bê sûc nîşan bide û muxalefetê û xwepêşandanên gel ên li dijî planên wî yên taybet ên sererastkirina pergala dadweriyê wekî hincet nîşan bide. Netanyahu got: “Dijminê me bûyerên ku li Îsraîlê rû didin şaş fêm kirine. Lê em ji wan re dibêjin ku Îsraîl li hember dijminên xwe yek e.”

Netanyahu her wiha gefa hedefgirtina Hemasê xwar, eger moşek û çalakiyên xwe ranewestîne û got: "Em nahêlin Hemas hebûna xwe li Lubnanê xurt bike."

Netanyahu muxalefet tawanbar kir ku moralê Hizbullah û Îranê bilind dike, nemaze dema ku hikumeta berê peymana gazê bi Lubnanê re îmze kir. Lê diyar kir ku hikumeta wî dê encamên peymanê sererast bike, bêyî ku gefa betalkirina wê bide. Netanyahu guhdarên xwe matmayî kir, dema ragihand ku biryara berê ya dûrxistina wezîrê parastinê Yoav Gallant ji kar, betal kiriye.

'DAN Û STANDINÊN SIÛDÎ Û HÛSIYAN NÊZÎ LIHEVKIRINÊ DIBIN’

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Bi nêzbûna kêliya rasteqîn a têkildarî dan û standinên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan de, atmosfereke xweşbîn heye. Ev dan û standin dê bi xwe re agirbestê û bidawîkbûna şerê li Yemenê bîne.

Nûnerê NY′yê yê Yemenê Hans Grundberg ragihand ku dan û standinên Siûdî-Yemenê yên li Senayê dihêle Yemen gavên rast ên ber bi aştiya mayînde ve biavêje.

Hans Grundberg ji Associated Press re got, divê em sûdê ji vê derfetê bigirin û li gorî wê kar bikin. Her wiha derfeteke rasteqîn ji bo destpêkirina xebata siyasî ya giştî bi alîkariya NY′yê ye, da ku şer bi dawî bibe.

Her du şandeyên Siûdî û Umanê roja yekşemê dan û standin bi fermandarên koma Hûsiyan re li Senayê pêk anîn. Di dan û standinan de rêbazên çareseriya mayînde nîqaş kirin."

(fr/bb)