​​​​​​​Ji ber dorpêçê xebatên hilweşandina avahiyan asteng dibin

Avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di erdhejên 6`ê Sibatê de zirar dîtibûn û diviyabû bihatana hilweşandin, ji ber dorpêça hikumeta Şamê hêj jî nehatine hilweşandin.

​​​​​​​Ji ber dorpêçê xebatên hilweşandina avahiyan asteng dibin
10 nîsan, 2023   04:46
HELEB-MIHEMED EBDO

14 roj piştî hilweşandina avahiyekê ji 12 avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên ku li ber hilweşînê ne û li ser jiyana gel xeteriyê çêdikin, Şaredariya Gel a herdu taxan di 3′yê Nîsanê de avahiyeke din hilweşand.

Xebatên hilweşandinê piştî ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê hişt ku tenê alavek (treks) derbasî herdu taxan bibe, pêk hat.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alavên ji bo hilweşandina avahiyan pêwîst tune ne. Ev yek xebatên şaredariyê dereng dixe. Nexasim ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê li derdora herdu taxan in û rê nadin ku alav derbas bibin.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Jaro têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Jaro diyar kir ku wan biryar dabû ku 12 avahiyên li ber hilweşînê yên xeteriyê çêdikin, di zûtirîn dem de hilweşînin.

Jaro destnîşan kir ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya daniye ser herdu taxan ku rê nade alav û sotemenî derbas bibin, pêkanîna wê biryarê asteng bûye.

Ligel nebûna alavên pêwîst, 10 karkerên komîteyên girêdayî Şaredariya Gel a herdu taxan xebatên hilweşandinê didin meşandin. Karker destnîşan dikin ku ji bo xeteriya van avahiyan bê bidawîkirin, divê alav derbas bibin.

ASTENGIYÊN DIN

Jaro behsa hin astengiyên din jî kir û got, “Hîna jî alavên ji bo rakirina kavilan pêwîst tune ne. Hin alavên biçûk di destê me de hene lê têrê nakin.”

Jaro bang Ii şêniyên her dutaxan kir ku dema derizîn di xaniyên xwe de ferq kirin, yekser wan agahdar bikin.

Li gorî daneyên Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di encama erdhejên 6′ê Sibatê yên li Bakurê Kurdistanê-Tikiyeyê û hin herêmên Sûriyeyê de nêzî 400 avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derizîn, 12 avahî jî li ber hilweşînê ne.

(fr/c)

 ANHA