​​​​​​​ʹBi têkoşînê em ê tecrîdê bişkîninʹ

Endamên Rêveberiyên Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê diyar kirin ku bi têkoşîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê şikandin û dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin.

​​​​​​​ʹBi têkoşînê em ê tecrîdê bişkîninʹ
9 nîsan, 2023   23:41
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Dewleta Tirk a dagirker daxwazên parêzer û malbatê yên ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan red dike û cezayên dîsplînê lê dibirin. Serhildana herî dawî ya ji bo hevdîtinê di 7′ê Nîsanê de bû ku hat redkirin. Nedayîna agahiyan li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikaran çêdike.

Endamê Nivîsgeha Çandinî ya Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Ayiş El Remedan ji ajansa me re axivî û got, kiriyarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke li dijî tevahî gelan e.

Ayiş El Remedan anî ziman ku wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca wan a bingehîn bidawîkirina tecrîda  li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Ayiş El Remedan destnîşan kir ku dewleta Tirk tu kesî li pêş xwe nabîne ku li hember sûcên wê bisekine, ji lew re tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike û sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. El Remedan anî ziman ku eger kesek li hemberî van sûcan rabe, dewleta Tirk wisa nedikir.

El Remedan wiha pê de çû: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet Dêrazorê dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê dewam bikin."

Endama rêveber a Nivîsgeha Jin a Meclisa Herêma Rojava, Rîm El Herîs da zanîn ku armanca Rêber Abdullah Ocalan mîsogerkrina mafên heman gelan e, her wiha jiyaneke hevbeş pêk bê û wan ji fikrê kapîtalîstê rizgar bike.

Rîm wiha domand: "Dewleta Tirk gelek sûcan li dijî gelan pêk tîne û Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî hêsan mehrûm dike, nahêle ne parêzer ne jî malbat wî bînin û rewşa tenduristiya wî nas bikin."

Rîm El Herîş destnîşan kir ku tevahî serkeftin û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan in û got: "Bi keda wî em hatin rizgarkirin."

(fr)

ANHA