​​​​​​​Şandeyeke îranî vê hefteyê serdana Erebistana Siûdî dike

Hate ragihandin ku vê hefteyê dê şandeyeke îranî serdana Erebistana Siûdî bike da ku balyozxaneya Îranê li Riyadê ji nû ve veke.

​​​​​​​Şandeyeke îranî vê hefteyê serdana Erebistana Siûdî dike
9 nîsan, 2023   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê gotin şandeyeke fenî ya Îranê dê serdana balyozxaneya Tehranê ya li Riyadê bike, ji bo amadekariyên ji nû ve vekirina balyozxaneya Îranê li Erebistana Siûdî bike.

Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê demeke berê bi bîr xistibû ku rayedarên siûdî serdana Tehranê kirine û tedbîrên ji nû ve vekirina balyozxaneya Îranê li Siûdiyê nîqaş kirine.

Erebistana Siûdî û Îranê meha borî bi navbeynkariya Çînê ji bo vegerandina têkiliyên dîplomasiyê û vekirina balyozxaneyan li hev kiribûn ku ji 2016`an ve hatibûn girtin.

(şx)