Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê

Heyva Sor a Kurd di 2 mehan de ji çadir, heta xwarin vexwarin û xizmeta tenduristiyê gelek alîkarî dane mexdurên erdhejê. 

Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
Xizmeta 2 mehan a Heyva Sor bo mexdurên erdhejê
10 nîsan, 2023   00:53
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Piştî erdheja 6`ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbûye û bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê kiriye, Heyva Sor a Kurd hewl da alîkariya mexdûrên erdhejê bike.

Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê alîkariyên tenduristiyê û xêrxwaziyê ji mexdurên erdhejê yên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêşkêş kirin.

Alîkarî ev in:

Dayîna lêçûna 3 niştergeriyan ji 3 mexdûrên erdhejê re.

Heyva Sor a Kurd a Qamişlo kamyoneke alîkariyê ji şêniyên Helebê re şandin ku ji 4 konên mezin, 6 konên malbatî pêk tê. 4 konên mezin vedan û betanî li mexdûran belav kirin.

Ji bo pêşwazîkirina malbatên ji ber erdhejê xesardîtî, 420 kon li ser kampên Şehbayê belav kirin; 350 kon li Kampa Serdemê, 20 kon li Kampa Berxwedan û 50 kon li Kampa Veger hatin vedan

Kilînîkên gerok li gundên Nêrebiye, Şêx Kêf, kampên Veger, Efrîn û Serdemê xebatên tenduristiyê pêşkêş kirin.

Alîkariyên madî li malbatên di nav kampan û malên nîvwêrankirî de ji aliyê kurdistaniyên li Brîtanyayê ve hatin belavkirin.

Şêniyên Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkariyên tenduristî, xwarin û betanî şandin.

Derdora 348 betanî, 177 mînder, 108 hesîr û 58 pakêtên amûrên mitfaxê li zêdetirî 60 malabatên mexdurên erdhejê yên li Kampa Serdemê dimînin hatin belavkirin.

32 kursî ji kesên astengdar re hatin pêşkêşkirin.

Ji Desteya Rêveberiya Herêmî re, 7 hezar û 800 cilûbergên karkeran, pêdiviyên din ên karkerên şaredariyê hatin pêşkêşkirin.

2 hezar çente li ser desteya perwerdê û fêrkirinê hatin belavkirin.

Alîkariyên madî  û derman ji zêdetirî 20 nexweşan hatin pêşkêşkirin.

Li gundên navçeya Şêrewa, cil û berg li ser zarokan hatin belavkirin.

Derman ji Desteya Tenduristiyê re hatin peydakirin.

19 hezar dolar li malbatên di nava 5 kampên Şehba û Şêrawayê de dimînin, hatin belavkirin.

Gelek beşên nexweşxaneya Avrîn hatin sererastkirin.

Ambulansek ji nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûd re hate pêşkêşkirin.

Lêçûna niştergeriyan ji bo 3 zarokan re hate pêşkêşkirin ku di encama erdhejê de birîndar bûne.

Têkildarî wê, Hevserokê Heyva Sor a Kurd şaxê Efrîn û Şehbayê Hesen Nebo di axaftina xwe de bal kişand ser dorpêça ku ji beriya 5 salan ve li ser Şehbayê ferz kiriye û di encamê de rewşa li herêmê aloztir bûye.

Nebo diyar kir ku bi hilweşîna avahiya 7 qatî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de di 22`yê Çileyê de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da û got piştî erhejê, tîmên Heyva Sor a Kurd ketin seferberiyê ji bo ku alîkariyê ji mexdûran û birîndaran re pêşkêş bikin.

Nebo destnîşan kir ku wan lêçûnên dermankirina birîndarên erdhej û avahiya hilweşiyayî ya Şêxmeqsûdê da.

Nebo spasiya şêniyên Silêmaniyê kir ku li kêlka koçberên Efrîn û şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sekinîn û alîkarî ji wan re şandin û wiha domand: “Me derman, pêdiviyên tenduristiyê li navendên tenduristiyê û nexwşexaneya Avrîn re pêşkêş kirin.”

Hevserokê Heyva Sor a Kurd şaxê Efrîn Hesen Nebo behsa alîkariyan kir ku ji malbatên piştî erdhejê hatine kantona Şehbayê re, pêşkêş kirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Me hewl da ku alîkariyan ji mexdûrên erdhejê û malbatên ji Helebê hatina kantonê re pêşkêş bikin. Ji bow ê me gelek kon li her sê kampan vedan û ji hemû aliyan ve amade kirin.”

Hesen Nebo di dawiyê de destnîşan kir ku hewl didin projeyên xizmetguzarî û tenduristiyê li kantona Şehbayê pêk bînin, derman, pêdiviyên tenduristiyê û heta bijîşk jî ji her 4 navendên tenduristiyê ya heyvê re peyda bikin.  

(dm/şx)

ANHA