Tevî Derbendîxan dê li Kelar û Ranya êrişên dewleta Tirk werin şermezarkirin

Hat gotin ku sibe dê li navçeya Kelar, Ranya û Derbendîxanê li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê xwepêşandan werin lidarxistin. Banga tevlêbûna çalakiyan li gel hat kirin.

Tevî Derbendîxan dê li Kelar û Ranya êrişên dewleta Tirk werin şermezarkirin
9 nîsan, 2023   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News ragihand ku kesayet û rewşenbîran bi daxuyaniyan bang li xelkê navçeya Kelar, Derbendîxan û Ranyayê kirin ku sibe (10’ê Nîsanê) tev li xwepêşandanên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser balefirgeha Silêmaniyê bibin.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk binpêkirinên eşkere yên li ser xak û kerameta xelkê Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniyan cih û dema xwepêşandanan wiha ye;

Kelar- Parka li rex Geraca Şehîdan, saet di 16:00`an de.

Ranya- Baxê Giştî, saet di 16:00`an de

Derbendîxan- li ber Çayxaneya Çandî, saet di 16:00`an de.

(şx)