​​​​​​​Afrînerên Hêviyê: Vejîna şanoyê û dengvedana hêviyê ya warê zeytûnan

Ev 5 sal in Afrînerên Hêviyê birînan derman dikin û li ku bin, li wir jiyanê pêk tînin. Peyama wan ew e ku bi şanoyê kenê li ser rûyê zarokan xêz bikin, jiyanê li axa mirî vegerînin û li dijî zilmê serî hildin.

​​​​​​​Afrînerên Hêviyê: Vejîna şanoyê û dengvedana hêviyê ya warê zeytûnan
10 nîsan, 2023   02:28
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Di dîrokê de, şaristaniyên ku herî zêde bi avakirina şanoyan hatine naskirin şaristaniya Roman û ya Yewnanan e. Piştî zêdetirî 2 hezar û 500 sal ji avakirina wan şanoyan û dûrî wan welatan û piştî ku êrişên herî tund ên dermirovî li dijî Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatin, li bin konên penaberiyê dûrî siya darên zeytûnê, li Kampa Serdemê ya Şehbayê, yek ji dikên şanoyê yên herî mezin hat avakirin. Li ser wan dikan şanogerên pêşbîn û xwedî vîn lîstikên xwe lîstin. Li ku evîn û hêvî hebe, li wir şano heye, navê “Afrînerên Hêviyê” li xwe kirin.

DESTPÊKA AFIRÎNERÊN HÊVIYÊ

Derhêner û şanogerê efrînî Mihyedîn Arslan ji ajansa me behsa destpêka koma Afrînerên Hêviyê kir û got: "Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, me her tişt li paş xwe hişt, welat, bîranîn, dikên şanoyê û deqên şanoyê, ji ber wê jî erka me ew bû ku em hêviyê vejînin, kenê ku ji ser rûyê zarokan bar kiribû vegerînin. Me wek şanogerên Efrînê xwe bi rêxistin kir, em 6 kes bûn, me ji bin konekî bi dikeke biçûk ku bi çend metreyan derbas nake, dest pê kir."

Li gorî Arslan sala 2018`an, yekemîn lîstika vê komê bi navê "Gunehê Hespî" li ser wê dikê, rojê 4 caran heta 10 rojan hate pêşandan.

Arslan wiha domand: "Dema ku hêvî û îrade hebin wê demê peyama şanoyê dibe peyama jiyanê ya li dijî mirinê, mirina ku dagirkerî li me ferz dike. Ji ber evîna jiyanê ya li cem efrîniyan jî, wan em hembêz kirin."

Der barê cudahiya navbera şanoya li Efrînê û ya niha de Arslan got: "Li Efrînê şano huner bû, lê belê piştî ku me dît çawa dewleta Tirk a dagirker çanda me hedef digire û hewl dide wê tune bike. Li vir şano bû çekekî berxwedanê û navgîna derbirîna êşên gelê Efrînê. Di nav vê atmosferê de, Afirînerên Hêviyê derketin holê, hem qîrîna efrîniyan hem jî ya şanoyê digihandin cîhanê."

Arslan diyar kir ku peyama komê ne tenê kenê li ser rûyê niştecihên kampê xêz bikin lê belê Afrînerên Hêviyê bi rêya lidarxistina Mîhrîcana 4`emîn a Mîtan li Şehbayê sala 2020`an xwestin çandan ji hev nêz bikin û bi hev bidin nasandin.

Arslan wiha lê zêde kir: "Şerê heyî encama neqebûlkirina çandên din e. Me xwest bi rêya şanoyê hemû çandan li ser dika Mîhrîcan Mîtan derxin pêş. Me sînorên herêmê derbas kirin, em di mîhrîcanên Arîn û Yekta Herekol de beşdar bûn. Her wiha em di Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê de beşdar bûn. Tevî ku koma me bi fermî ji bo beşdariya di mîhrîcanên Başûrê Kurdistanê de hatibûn vexwendin, lê dîsa jî gelek astengî li pêşiya me hatin derxistin. Çima em deriyan li pêşiya hev digirin, çima em evînê dikujin, dijmin kiryarên wiha dike, lê belê em çima wiha bi serê hev dikin."

Arslan destnîşan kir ku peyam û armanca hemû cûreyên hunerê yek ye, rizgarkirina Efrîn bi rêya hunerê ye.

"EM LI KU BIN, EVÎN, HÊVÎ Û JIYAN JÎ LI WIR E"

Her wiha, şanoger Zeyneb Mihemed ku yek ji damezrînerên komê ye têkildarî mijarê wiha axivî: "Afirînerên Hêviyê, nav xwe bi xwe dide nasîn, em li ku bin, jiyan hêvî û berxwedan jî heye. Koma me ji Şehbayê dest pê kir, herêma ku DAIŞ'ê jiyan lê tune kiribû, me jî li wir evîn, hêvî û îsrar çand."

"SEHNEYA ŞANOYÊ QADA ME YA BERXWEDANÊ YE"

Di dawiya axaftina xwe de, Zeyneb got: "Me lîstikên xwe bi Kurdî li hember zordestiya ku dixwaze zimanê me tune bike pêşan dida. Wan xak û bajarê me Efrîn ji me stand, lê belê nikarin Kurdiyetiya me û fikrê me jî bistînin. Me sehneyên şanoyê kirin qadên berxwedanê û me xwe bi evîn û hêviyê bi çek kir."

“AFIRÎNERÊN HÊVIYÊ QÎRÎNA WARÊ ZEYTÛNAN IN”

Şanoger Mîrzan Bekir jî ku ji bo cara yekem di jiyana xwe de li Şehbayê hilkişiyaye ser sehneya şanoyê got: “Di her konekî li Şehbayê de êşên veşartî û berxwedanên mezin hene, ji ber wê jî min biryar da ku ez bibim qîrîna efrîniyên koçber.”

Bekir wiha domand: “Peyama Efrînê û şanoyê bi hev re bûn peyama mirovahiyê. Erê sehneya me biçûk û sade bû, lê belê xwedî peyameke pir girîng bû, peyama evîna azadiyê ya gelekî ye.”

(mh/şx)

ANHA