ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-4-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-4-2023
9 nîsan, 2023   23:00

Endamên Rêveberiyên Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê diyar kirin ku bi têkoşîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê şikandin û dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ev 5 sal in Afrînerên Hêviyê birînan derman dikin û li ku bin, li wir jiyanê pêk tînin. Peyama wan ew e ku bi şanoyê kenê li ser rûyê zarokan xêz bikin, jiyanê li axa mirî vegerînin û li dijî zilmê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd bîlançoya alîkariyan eşkere kir ku ji erdheja 6`ê Sibatê ve ji koçberên Efrînê yên li navçeya Şehbayê dimînin û ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di erdhejên 6`ê Sibatê de zirar dîtibûn û diviyabû bihatana hilweşandin, ji ber dorpêça hikumeta Şamê hêj jî nehatine hilweşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî li herêmê li navenda çandê ya bajêr civînekê ji şêniyan re li dar dixe saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanekê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA