Xelkê Silêmaniyê banga rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk kir

Li Silêmaniyê bi tevlêbûna sedan kesî meşek li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê hat lidarxistin. Di meşê de hat gotin ku dewleta Tirk berovajiyê peymanên navneteweyî tev digere û tawanên şer dike. Daxwaz ji hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê hat kirin li dijî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin û helwesteke zelal nîşan bidin.

Xelkê Silêmaniyê banga rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk kir
9 nîsan, 2023   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li Cadeya Salim a Silêmaniyê bi tevlêbûna gelek kesayet û welatiyên Silêmaniyê meşek li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê hat lidarxistin. Meşê heta ber Baxê Giştî yê bajêr berdewam kir.

Di meşê de alên Başûrê Kurdistanê hatin hildan û bê navber dirûşmên li dijî dagirker û xiyanetkaran hatin bilindkirin.

Li ser navê girseya gel daxuyaniyek ji aliyê çalakvanê siyasî Cotyar Reşîd ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek xelkê Silêmaniyê dipirsin, ev dijayetî û tawankarî ji ber çi ye, ku di meha Remezana pîroz de bi hemû rengî rijandina xwînê û şidetê hatiye heramkirin. Em dipirsîn çima dewleta Tirk a dagirker bi berdewam hewl dide li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tevlihevî û nearamiyê biafrîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişa dawî ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurdistanê dikeve çarçoveya tawanê şer de û hate gotin: “Li gor madeya 2 ya benda 4`an a peymana Neteweyên Yekgirtî de êrişkirina li ser cihên sivîlan sucekî şer e. Siza jêre hatiye diyarkirin û berovajiyê lihevkirinên navneteweyî ne. Lê dewleta Tirk bi berdewam li dijî xelkê Kurdistanê van tawanan dubare dike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hin daxwaz ji aliyên peywendîdar ve hatin kirin ku ew jî wiha ne; “Divê bazirganiya li gel Tirkiye were sekinandin. Divê gel boykota kelûpelên dewleta Tirk bike. Divê balyozê Tirkiye li Bexda û Hewlêrê ji aliyê hikûmeta Iraqê û Herêmê ve were bangkirin û hişyarkirin. Em daxwaz ji NY’ê, dostên gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê dikin, êdî rê nedin welatên herêmî tawanan li dijî xelkê sivîl û cihên sivîlan pêk bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz ji her du serokatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin ku êdî li beramberî tawanên dewleta Tirk de bêdeng nemînin û helwesteke zelal nîşan bidin.