Sibe xelkê Derbendîxan dê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar bike

Welatiyên navçeya Derbendîxan bi daxuyaniyek ragihandin ku ew ê sibe li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser balefirgeha Silêmanî û xaka Başûrê Kurdistanê xwepêşandanek lidarxin.

Sibe xelkê Derbendîxan dê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar bike
9 nîsan, 2023   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Her ku diçe bertek û nerazîbûnên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser balefirgeha Silêmaniyê berfireh dibin. Roj News`ê ragihandin ku welatiyên navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku ew dê sibe li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê xwepêşandaneke girseyî li dar bixin.

Di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê li xelkê navçeyê hat kirin û hat gotin, wê xwepêşandan sibe (10’ê Nîsan) saet di 16:00’an de li ber Çayxaneya Çandî destpê bike.

(şx)